Çalakiya ciwanan a bi bisîkletan dewam dike

Ciwan wê di roja çaremîn de ji Bernê xwe bigihînin Romontê. Hat ragihandin, ku ciwan wê 7'ê Cotmehê de li Lozanê bi mîtîngekê werin pêşwazîkirin.

Çalakiya ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina polîtîkayên şer ên li Kurdistanê bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, bi coşeke mezin didome. Ciwanên ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlî çalakiyê bûn, di roja çaremîn a çalakiya bisîkletan a bi şiyara "Ji Ocalan re Azadî" tê lidarxistin de ne. Tevî şert û mercên nebaş ên hewayê jî çalakî dewam dike. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Yan azadî yan azadî", "Jin jiyan azadî" tên qîrîn. Çalakiya ciwanan rastî eleqeyeke mezin a Swîsreyiyan tê.

'JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ CIWAN DAKEVIN KOLANAN'

Çalakgeran, ciwanên Kurdistanî yên bi îlana xwerêveberiyên li Kurdistanê re li hemberî polîtîkayên şer ên dewleta AKP'ê û Erdogan xwe diparêzin, silav kirin û ji bo pêkhatina aştî û azadiyê bang li hemû ciwanan kirin ku dakevin kolanan.

TÛRA AŞTÎ Û AZADIYÊ WÊ BIGIHÊJE LOZANÊ

Ciwanên ku wê di roja çaremîn a çalakiyê de 330 kîlometreyan temam bikin, di 7'ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 15:00 de beşdarî mîtînga li bajarê Swîsre Lozanê bibin. Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve tê organîzekirin û wê siyasetmedarên Swîsreyî jî destekê bidin, li meydana Rîponne pêk tê. Navendê banga tevlîbûna çalakiyê kir. Li dû mîtîngê wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya nûnerên pêkhateyên HDP'ê panelek were lidarxistin.

...