Ji bo Demîrbaş ê hat tehliyekirin daxwaza girtinê

Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş ê duh hat tehliyekirin, rakirin nexweşxaneyê. Dozgeriyê ku hê 24 saet li ser derbas nebûye îtîrazî biryara tehliyeyê kir.

Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş ê di çarçoveya lêpirsîna ‘Avahiyên Çiyayê Kirklar’ a ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hat destpêkirin 3 mehan girtî ma û ji ber nexweşiya xwe duh hat tehliyekirin, rakirin nexweşxaneyê. Dozgeriyê hê 24 saet derbas nebûye îtîrazî biryara tehliyeyê kir.

Parêzerên Demîrbaş ên ji doktor û Saziya Tipa Edlî rapora ku Demîrbaş ji ber nexweşiya xwe nikare di girtîgehê de bimîne wergirtin, bi daxwaza tehliyeyê serî li 1. Dadgeriya Sûlh Ceza dan. Dadgeriya ku daxwaz nirxand, bi biryara kontrola edlî Demîrbaş tehliye kir. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtîrazî dadgeheke jor kir û bi awayekî girtî bê darizandin.

JI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE AZADÎ

Demîrbaş piştî ji girtîgehê hat tahliyekirin, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê, dest bi dermankirinê hate kirin. Li vir Demîrbaş ji ANF’ê re axivî û got ku ji bo tehliyaya wî kesên ku dest bi kampanyayê kirine û piştgirî dane re spasiyên xwe radigihîne, di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene û xwest heman hişyarî ji bo girtiyên din ên nexweş jî pêş bikeve. Demîrtaş destnîşan kir ku divê dewlet bilez dest biavêje vê mijarê, girtiyê bi navê Mehmen Emîn Ozkan jî rakirine nexweşxaneyê û Demîrbaş got ku rewşa wî jî krîtîk e.

GIRTINA MIN JI BO JIYANÊ BI RÎSK E

Demîrbaş îtiraza Dozgeriyê jî wiha nirxand: “Dibe ku biryara girtinê jî derkeve. Biryarek wiha ji bo jiyanê risk e.” Demîrtaş diyar kir ku li gor tetkîkên doktoran tiliyên lingên wî xemrî bûne û ji ber nexweşiya wî rîska kangrenê heye.