Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê got: “Hevrê Baran wek zarokekî egîd ê Dêrsima ku bajarekî asî û berxwedêr ê Kurdistanê ye, berê xwe da çiyayan, bi têkoşîn û jiyana xwe ya zêdetirî 20 salan, li hember polîtîkayên înkar û tinekirinê bûye sembola kesayeteke şoreşger. Bi têkoşîn û jiyana xwe ya mînak di asta fermadariya pêşeng de berpirsyartiyên gelê xwe hilgirtiye, li çiyayên Kurdistanê bi hezkirineke mezin a gelê xwe di serî de li Dêrsim li tevayî bajarên Kurdistanê yên li wan geriyaye gelê xwe hembêz kiriye.”
Însiyatîfa Gel di dewama daxuyaniya xwe de got:
“Hevalê Baran di vê pêvajoya dîrokî ku têkoşîn li ber qiraxa serketinê ye, bêdudilî li mîrateya Seyîd Rizayan, Alîşeran xwedî derket û ji bo parastina gelê xwe ala têkoşînê rakir. Tevî Hevalê Baran di encama êrîşeke xayîn a hêzên şerê taybet ên AKP’ê de şehîd ket jî li pey xwe, ji bo kesên vê alê rake rêya serketinê nîşan daye û mîrateyek hiştiye. Ev mîrate, li ser esasê xwerêveberî û xweseriya demokratîk a gelê Kurdistanê, bi Rêbertiya xwe ber bi jiyana azad ve meş e. Di vê rêyê de, ji bo dostan û dijminan helwesta yekem û herî rast jî cenazeyê Hevalê Baran bi girseyî pêşwazîkirin e. Ev pêşwazîkirin nîşaneya domandina têkoşîna Baranan e.
Ji bo vê di serî de Dêrsim banga me ji tevahî gelê Kurdistanê re ev e ku vê rêwîtiya Hevalê Baran a ji çiyayan ber bi hembêza gelê xwe pêş dikeve bi girseyî bê pêşwazîkirin û ji bo bîranîna heval Baran têkoşîn bê bilindkirin. Bi taybet piştî Seyîd Rizayan, Alîşêran, bi girseyî pêşwazîkirina vî fermandarê mezin jî wê ji bo dîroka berxwedêr têkoşer a Dêrsimê bibe helwestek rast.”