Saziyên Civaka Sivîl ên Amedê: Pêwîst e bi Ocalan re diyalog destpê bikin
Li Amedê 20 saziyên civaka sivîl, bang kirin ku bila li Mutabeqata Dolmabahçeyê vegerin û bi Ocalan re diyalog destpê bikin.
Li Amedê 20 saziyên civaka sivîl, bang kirin ku bila li Mutabeqata Dolmabahçeyê vegerin û bi Ocalan re diyalog destpê bikin.
Li Amedê 20 saziyên civaka sivîl, bang kirin ku bila li Mutabeqata Dolmabahçeyê vegerin û bi Ocalan re diyalog destpê bikin.
Baroya Amedê, ÎHD, MAZLÛMDER, Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê jî di nav de 20 saziyên civaka sivîl û rêxistin, ji bo pevçûnên di pêvajoya dawî de zêde bûne bisekine, li Parka Sumerê ya Amedê hatin gel hev û daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar dan. Nivîsa hatibû amadekirin, Serokê Federasyona Komaleyên Karmendên Sanayîyê yên Rojhilat û Başûrrojhilat (DOGUNSÎFED) Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû xwend.
Bedîrhanoglu diyar kir pevçûnên sê mehan her parçeyê civakê bi kûranî bandor kiriye û wiha berdewam kir: “Pevçûn hatine asta nirxên me yên manewî û civakî texrîb bikin, di serî de mafê jiyanê, ev pêvajo her cure mafê mirovan ji holê radike, ji ber vê em bi fikar in.”
'MUTABEQATA DOLMABAHÇEYÊ FIRSENDEK DÎROKÎ BÛ'
Bedîrhanoglu bal kişand ser girîngiya Mûtabeqata Dolmabahçeyê di encama hevdîtinên Ocalan û dewletê de hatibû daxuyandin, lê piştre AKP’ê pêwîstiyên wê bi cih neanî û bi temamî tine hesiband, destnîşan kir ku ev mutabeqata ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendek dîrokê bû.
Bedîrhanoglu bi bîr xist ku ji bo pêvajo berdewam bike, guhertinên zagonî û destûra bingehîn nehatin kirin û got ev pêvajoya pêş ketibû vala derxistin û rêya derketinê ya ji vê pêvajoya pevçûnî jî tenê vegerîna Mûtabeqata Dolmabahçeyê ye.
'PÊWÎST E DÎYALOGA HATIBÛ QUTKIRIN BI BIRÊZ OCALAN RE DÎSA DESTPÊ BIKE'
Bedîrhanoglu destnîşan kir ku bi hişmendiya berpirsiyariya mirovî û civakî li hember vî şerê qirêj xwedî helwest in û ev banga kir: “Em her du aliyan jî dawet dikin da ku bi Birêz Ocalan re careke din pêvajoya diyalogê destpê bikin, vê pêvajoyê veguherînin muzakereyan û pêş bixin, dawî li vê pêvajoya pevçûnî ya di her alî de gelê me û welatê me dikişîne nav êşên mezin, ber bi nediyarî û kendalan.”
Bedîrhanoglu herî dawî diyar kir ku ji bo ev pevçûn bisekinin wekî saziyên sivîl ên Amedê, ji bo piştgiriya pêvajoya demokratîk bikin û berpirsiyariyê bigirin, amade ne.