Malazgîrt: Artêşa Tirk li Geliyê Doskî têk çû

Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt, diyar kir ku tevayî êrîş û operasyonên ku artêşa Tirk li Geliyê Doskî pêk anî têk çûn û windahiyên mezin dan.

Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt, diyar kir ku tevayî êrîş û operasyonên ku artêşa Tirk li Geliyê Doskî pêk anî têk çûn û windahiyên mezin dan. Malazgîrt got: “Ciwanên Kurd ên qetil dikin, wek terorîst nîşan didin li pey panzeran girê didin û dîmenên wan serwîs dikin, ev pêkanînên ku zîhniyeta DAIŞ jî derbas dike. Li hemberî van kiryarên hov ji bo gelê Kurd berxwedan, şer û têkoşîn mafekî rewa û pîroz e. Lewma pêwîst e gelê Kurd xwerêveberiyên xwe biparêze, pêş bixe, bi rê ve bibe û zêde bike. Ev berpirsyartî û wezîfeyeke dîrokî ya dest jê nabe.”

Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt, pevçûn û berxwedana muazzem a ev nêzî 2 meh in li qadên Geliyê Doskî û Oremar rû didin ji ajansa me re nirxand. 

Amed Malazgîrt, têkildarî konsepta şer a AKP’ê wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê bi armanca têkçûnên xwe yên siyasî yên ev salek in didomin, veguherîne serketinê li gor berjewendiyên xwe nexşerêyek diyar kir. AKP û Tayyîp Erdogan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çû. Bi polîtîkayên meşand têk çû. Li ser vê yekê li giştî Tirkiyeyê û bi taybet li Kurdistanê berê xwe da polîtîkayên şîdetê û aloziyan. Ji 24’ê Tîrmehê ve jî li hember gelê Kurd şer îlan kir. Tiştên ji wê rojê heta îro rû didin, veguherand şerekî mîna salên 90’an. Ev şer hê zêdetir li hember gelê sivîl tê meşandin. Bi navgînên medya û çapemeniyê yên alîgirên xwe vî şerî dide rewakirin. Navgînên çapemenî û medyaya muxalif jî di bin zext û şîdetê de dihêle, bi tenê dihêle û nêzîatiyeke ku wan red dike pêk tîne. Hin Kurdên hevkar ên xwe nas nakin li rex AKP’ê cih digirin, berdevkiya AKP û Tayyîp Erdogan dikin. Li ber çavên hemû cîhanê li Gever, Cizîrê, Farqîn, Şirnex, Nisêbîn û Amedê, li gelek navçe û bajarên Kurdistanê mirovên sivîl qetil dike. Bi kiryarên hov ên DAIŞ bi xwe jî jê direve ku wek rêbaz bi kar bîne, Erdogan û çeteyan wî li hember bedena mirovan kiryarên derveyî mirovatiyê dike. Li Gimgimê ya li hember heval Ekîn hat kirin, li Şirnexê ya li hember heval Lokman Bîrlîk hat kirin vê hovîtiyê nîşan dide. Van kiryaran jî wek marîfetekê dibînin û xwedî lê derdikevin.”

ŞERÊ PARASTINA GEL Û NIRXÊN ME

Malazgîrt ku bal kişand ser êrîşên li hember şehîdgehan jî got: “Mînaka herî berbiçav jî êrîşên li hember şehîdgehên ku ji bo Kurdan pîroz in.  Her wiha li hember ciwanên Kurd jî Erdogan û çeteyên wî ji pêkanînên di salên 90’an de hê xerabtir pêk tîne. Ciwanên Kurd ên qetil dikin, wek terorîst nîşan didin li pey panzeran girê didin û dîmenên wan serwîs dikin, ev pêkanînên ku zîhniyeta DAIŞ jî derbas dike. Li hemberî van kiryarên hov ji bo gelê Kurd berxwedan, şer û têkoşîn mafekî rewa û pîroz e. Lewma pêwîst e gelê Kurd xwerêveberiyên xwe biparêze, pêş bixe, bi rê ve bibe û zêde bike. Ev berpirsyartî û wezîfeyeke dîrokî ya dest jê nabe. Li hemberî êrîşên piştî 7’ê Hezîranê yên AKP û çeteyên wan dan destpêkirin, wek hêzên rewa yên gelê Kurdistan pêşxistina şerekî parastinê neçar kiriye. Şerê ku me piştî 24’ê Tîrmehê pêş xist şerê parastina gelê me û nirxên me ye. Ez di serî de di şexsê heval Şervan Varto, Baran Dêrsim, hevalên fedayî yên li Sultanbeylî, Bebleşîn, Karabûlak ên di vî şerî de şehîd ketin û taybet hevrê Mîlîtan, Şahîn û Nûda Mardîn ên di pêngava me ya Geliyê Doskî de şehîd ketin tevayî şehîdên me bi rêz bi bîr tînim. Bîranîna wan wê bibe egera bingehîn a serketina me.”

GERÎLA HEMÛ ÊRÎŞ VALA DERXISTIN

Malazgîrt der barê Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Reşîd Serdar a ev nêzî du meh in li Zagrosan didome agahî da bal kişand ser van xisûsan: “Me bi nirxandina van rewşên ku rû didin dest bi Pêngava Şehîd Reşîd Serdar kir. Bi vê pêngava ku me 6’ê Tebaxê destpê kir re tiştên li herêma Zagros û Geliyê Doskî rû dan ez dikarim bi kurtasî wiha bînim ziman:

Ev nêzî du mehên rêyên Colemêrg-Çelê û Gever-Oremar bi şev û roj bênavber di kontrola me de ye. Dîsa rêyên Gever–Colemêrg û Gever-Şemzînan dem dem em dixin bin kontrolê. Dijmin ji bo rêya Colemêrg-Çelê veke bi dehan caran mudaxele kir û hemû mudaxeleyên wê vala derketin. Ev êrîş bi çalakiyên bi bandor ên gerîlayan hatin şkandin.

Dîsa dewleta Tirk ji bo rêya Gever–Oremar û xeta Geliyê Doskî veke bi balafir û helîkopteran, di bejahiyê de jî bi tank û panzeran ji gelek nuqteyan bi obus, hawan û teknîka giran mudaxele kiriye.

14’ê Tebaxê li hember hêzên operasyonê yên dixwestin Geliyê Doskî bixin bin kontrola xwe, hevalên me çalakiyên bi bandor li dar xistin. Li vir hêzên dijmin têk çûn û windahiyên giran dan. Her wiha operasyoneke din di 6’ê Îlonê de destpê kirin û 5 rojan li ber xwe da. Di pevçûnên van 5 rojan de dijmin windahiyên pir mezin da. Dijmin dest ji cenazeyên xwe berda û belav bû. Hêzên dijmin neçar mabûn birevin, bi rêya gelê sivîl cenazeyên xwe xwestin bigirin.

Li ser rîcaya gelê me yê sivîl, hevalên me li hemberî tevahî raya giştî cenazeyên dijmin teslîmî heyeteke sivîl kir. Heyet van cenazeyên girtî teslîmî hêzên dijmin kir. Her wiha, cenazeyekî leşkerê dijmin hê jî di bin kontrola hêzên me de ye. Tevî giştî bangên mirovî jî nehatin û cenaze wernegirtin.”

EV 10 ROJ E, LI ÇARÇELAYÊ BERXWEDANEK MEZIN A GERÎLA HEYE

Amed Malazgîrt der barê operasyonên leşkerî ên ji 27’ê Îlonê û vir ve yên li Mergezerê, Geliyê Dostkî û Çarçelayê jî agahî da û got: “Geliyê Doskî ji bo gerîlayan Kobanê ye.” Malazgîrt wiha berdewam kir: “Ji 27’ê Îlonê û vir ve li herêmên Geliyê Doskî, Mergezerê û Çarçelayê operasyonên berfireh destpê kirin. Dijmin, balafir, Kobra, tank, top û hwd. tevahî amûrên xwe yên teknîkê bi kar tîne. Hevalên me li hember vê teknîkê bi kleş û bombeyan berxwedanên mezin raber dikin. Hêzên dewletî her çiqasî bixwaze vî şerî û vê berxwedanê ji raya giştî veşêre jî gelê Gever û Colemêrgê şahidê vê berxwedanê ne. Divê gelê me li hember vî şerê ku 10 rojê xwe bihuriye û her diçe jî berfirehtir dibe, bê deng nemîne.

Ev berxwedanên wiha yên ji 27’ê mehê û vir ve pêş dikevin, jixwe wê berdêlên wan hebin. Berdêlên wê jî wê ji bo Kurdistana azad û xwerêveberiyên me bikevin meriyetê bibin sedem. Berxwedana hevalên, jiyana azad misoger dike. Ji bo vê berxwedana dîrokî, pêwîst e di serî de gelê Gever, Colemêrg, Şemzînan, Wanê û tevahî Kurdistanê li derdora Geliyê Doskî xwe kîlîd bikin.”

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ DIDOMIN

Amed Malazgîrt di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de berxwedana li Şemzînanê jî wiha nirxand, “Lingekî din ê berxwedana me çalakiyên pêngava Şemzînan û derdora wê ye. Ji bo em otorîteya dijmin bileqînin û bê bandor bikin, li Şemzînanê çalakiyên me hene.”

Li vê xetê jî bi lêdanên bandor ve ji Pêngava Şehîd Reşît Serdar re roleke temamker dilîze. Di merheleya ku em gihiştinê de, li xeta Çarçela, Cîlo û Geverê operasyonên hewayî û bejahî yên berfireh pêk tên. 10 roj in bênavber di navbera artêşa TC û gerîlayên me de pevçûn hene, li hember berxwedana hevalên me jî artêşa TC teknîkên ne li gorî zagonên şer ên navneteweyî bi kar tîne. Li hember van rastiyan, divê gelê Kurdistanê li her qada ku lê ye xwedî li nirxên têkoşînê derkeve. Di serî de gelê Geverê divê gelê Colemêrg, Şemzînan, Çelê, Wan û gelên derdor, xwedî li berxwedana gerîla ya Geliyê Doskî derkeve.”

PÊWÎST E GELÊ ME XWEDÎ LI BERXWEDANA GERÎLA DERKEVE

Yek fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Malazgîrt herî dawî ev bang kir: “Li gor agahiyên digihêje destên me, hinek cerdevan tevlî operasyonan dibin û pêşengtiyê ji wan re dikin. Pêwîst e gelê Gever û Colemêrgê van kesan tespît bike, bertekan raber bike an jî teslîmî gerîla bike. Di encam de dijmin li qûntarên Veregoz, Mergezerê, Berdarêşê leşker danîne û dixwaze bi teknîkeke mezin û hêzekê ve xwe li vir bi cih bike. Hevalên me bi berxwedanek mezin bersivê didin vê. Ev 5 rojan dawî, li van qadan gerîla berxwedanek mezin dike. Pêwîst e gelê me di vê berxwedanê de gerîlayê xwe tenê nehêle û lê xwedî derkeve.”