'Li Bismilê polîs rêbaza çeteyên DAIŞ'ê pêk tîne'

Navçeya Amed Bismil, duh bi şev di bin dorpêçiya polîsan de bû. Li navçeyê 4 kes hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku polîsan cenazeyê 4 kesan danîne Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Navçeya Amed Bismil, duh bi şev di bin dorpêçiya polîsan de bû. Li navçeyê 4 kes hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku polîsan cenazeyê 4 kesan danîne Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Li navçeya Amed Bismilê, piştî êrîşên polîsan ên nîvê şevê destpê kirin, bi biryara Qeymeqamiya Bismilê, li taxên Rojava, Avaşîn, Firat û Tekelê derketine derve hat qedexekirin.

Bi vê biryarê re tax ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin dorpêçkirin. Polîs û leşkeran bi wesayîtên zirxî gule li taxan reşandin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, êrîş li taxên Avaşîn û Rojava giran bûn. Hat ragihandin ku cenazeyên 4 sivîlên ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin, anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Cenazeyên ji taxa Rojava hatin wergirtin, di nava betaniyeyê de anîn nexweşxaneyê.

LEZGÎN BOTAN: POLÎS SERÎ LI RÊBAZÊN DAIŞ'Ê DIDE

Parlamentera HDP'ê Lezgîn Botan anî ziman ku yek ji 4 cenazeyên ku leşkeran ew anîn nexweşxaneyê, serê yekî hatiye jêkirin. Botan diyar kir ku tîmên tevgera taybet, rêbazên çeteyên DAIŞ'ê bi kar tînin.

Li navçeyê rewşa aloz dewam dike. Li taxên ku derketin derve lê hatiye qedexekirin, dengê teqîn û çekên giran tê.