'Li Rojava dema pêşketina aboriyê hatiye'
Endamê Komîteya Aboriyê Amedî diyar kir ku li Rojava dema pêşketina aboriyê hatiye.
Endamê Komîteya Aboriyê Amedî diyar kir ku li Rojava dema pêşketina aboriyê hatiye.
Endamê Komîteya Aboriyê Amedî diyar kir ku li Rojava dema pêşketina aboriyê hatiye.
Di pêncemîn sala Şoreşa Rojava de, li gel serketinên leşkerî pêşketinên siyasî û aboriyê jî pêk tên. Şoreş ku neteweya demokratîk ava dike di heman demê de rejîma Baas a dagirker jî dişkîne.
Di vekirina Navenda Pêşketina Aboriya Civakî ya li Hesekê, li gel nûnerên tevayî saziyên civaka sivîl bi sedan kes amade bûn. Kurdeleya vekirinê ji aliyê dayika Şehîd Luqman ve hat qutkirin.
Navendên Pêşketina Aboriya Civakî ya di kontrola TEV-DEM’ê de berî niha li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Til Temir (Girê Hurma), Dilbesiyê, Serêkaniyê, Dirbesbiyê, Girkê Legê dest bi xebatan kirin.
CIHÊ NAVENDAN DI PERGALA XWESER DE
Endamê Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM’ê Rûbar Amedê diyar kir ku armanca wan pêşxistina aboriya komunal e û wiha dewam kir: "Li Rojava li gel pêşketinên leşkerî pêşketinên siyasî jî çêbûn. Êdî dema pêşketina aboriyê hatiye. Li ser vî esasî em ê lingê herî girîng ê neteweya demokratîk temam bikin. Kêmasiya vê wê di pergala me de kêmasiyan çêbike.” Amedî her wiha anî ziman ku wê navend di qadên sanayî, çandinî û bazirganiyê de jî bixebite û armanca wan li ser van sê lingan pêşxistina kooperatîfan e.”
DAGIRKERÎ Û AZADIYA ABORÎ
Rojava bi çandinî û sanayiya xwe dewlemend e, piştî azadiya xwe ya leşkerî û siyasî îlan kir, bi van saziyên xwe di heman demê de azadiya xwe ya aborî jî îlan kir. Bi vî şiklî, bi saziyên xwe her biçe wê azadiya xwe ava bike, bi kooperatîfên xwe yên aboriyê, eraziyên çandiniyê, bîrên petrolê û avên xwe ji bin dagirkeriya rejîma Baas rizgar bike û wê dorpeça aborî ya li ser Rojava bêwate bike.
PERSPEKTÎFA OCALAN A DER BARÊ DAGIRKERIYA ABORIYÊ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Paraznameya xwe ya Pêncemîn de perspektîfên xwe yên der barê dagirkeriya aborî ya li ser Kurdistanê wiha îfade dike:
“Dagirkeriya aborî, dagirkeriya herî xeter e. Dagirkeriya aborî ji bo xistin, hilweşandin û parçekirina civakê, rêbazekî herî hov e. Civaka Kurd ji statuyên netewe-dewletan zêdetir, bi dest danîna ser amûrên wê yên aborî, xistina bin kontrolê ve bêhna wê hatiye çikandin.