Li Îzmîrê civîna nasandina namzetên HDP’ê

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi armanca nasandina namzetên xwe civînek li dar xist.

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi armanca nasandina namzetên yên Îzmîrê li Navenda Kongre ya Tepekule civîıneke nasandinê li dar xist. Li gel girseyeke zêde, rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, hunermend Sûavî, namzetên HDP’ê yên Îzmîrê û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ên li Îzmîrê tevlî bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, sînevîzyona aloziyên piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê rû dane hat temaşekirin.

‘1’Ê MIJDARÊ WÊ BIBE DESTPÊKEKE NÛ’

Paşê Hevserokên HDP’a Îzmîrê axivîn. Dîlek Aykan behsa bûyerên piştî 7’ê Hezîranê rû dane kir û got: “Me ev rûyê qirêj di qetilkirina Haci Bîrlîk de careke din dît. 1’ê Mijdarê wê bibe serketineke nû.” Cavît Ûgûrlû diyar kir ku nûnertiya hêviyê dikin û got: “Em ê mirovatiya li erdê tê kaşkirin rakin.”

Piştî axaftinan, namzet yek bi yek dan nasîn, derketin dikê. Ji namzetan Eylem Yildiz, bi dowîza wêneyên Haci Bîrlîk ku dewletê li Şirnexê qetil kiribû, lê ne derket dike. Salonê bi dengekî dirûşma “Şehîd namirin” qîr kir. Piştî danasîna namzetan, Gulîstan Kiliç Koçyigit bi Kurdî salon silav kir û got: “Hilbijartinên 7’ê Hezîranê, hilbijartinek nîşe li bin demokrasiya Tirkiyeyê daniye. Kesên têkçûyî careke din gotin hilbijartin. Em ji wan re dibêjin we zêde dizî kir, we gelekî canê me şewitand. Kesên hatine pelçiqandin gunehê wan di stûyê we de ye. Vî gelî hesabê wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de pirsî, di 1’ê Mijdarê de wê dîsa bipirse.”

‘TÊKOŞÎNA ME TIŞTÊN NE GENGAZ PÊK ANIYE’

Piştre mafê axaftinê Mulkiye Bîrtane wergirt û got: “Li pêşiya me hilbijartinên 1’ê Mijdarê hene. Hilbijartin wê di roja Kobanê ya Cîhanê de çêbibe. Hilbijartin di roja meşrûtiyet hatiye rakirin wê çêbibe. Wê gel berxwedana 1’ê Mijdarê Roja Kobanê, di roja hilbijartinan de jî raber bike.”

‘PERGALA ME LI ROJAVA AVA KIRIYE EM Ê LI ANATOLYAYÊ JÎ AVA BIKIN’

Parlamenterê Îzmîrê Muslum Dogan bal kişand bê çawa bi konsepta şer ve gelê me qetil dikin û got: “Gel û bawerî tine hatin hesibandin. Ev zîhniyeta dagirker wê careke din têk biçe. Em ê neteweya demokratîk ava bikin. Pergala me li Rojava ava kiriye em ê li Anatolyayê jî ava bikin.” Piştre Parlamenterê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu got wê li Îzmîrê di 1’ê Mijdarê de 4 wekîlan derxin û wiha berdewam kir: “Ew ê di 1’ê Mijdarê de biçin. Bi tevahî sucên xwe wê biçin. Tevahî Tirkiye di heman fikrê de ye, dixwaze Erdogan biçe. Wextê wê hatiye.”

...