Li Bismîlê 4 kesên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, cenazeyên wan piştî ku danîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê li ser navnîşana Twîtterê ya "JITEM ?@_J_I_T_E_M_" wêneyên 4 kesên ku hatine qetilkirin hatin parvekirin. Heman navnîşan li Şirnexê jî piştî ku Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin, cenazeyê wî bi wesayita zirxî ve girê dan û li erdê kaş kirin jî parve kiribû.
Li navçeya Bismila Amedê îro saet ji 12.00'a şûn ve ku ji aliyê qeymeqam ve li taxên Rojava, Avaşîn, Firat û Tekelê qedexeya derketina derve hat îlankirin, êrîşên li hemberî niştecihên taxê jî berdewam kirin. Di saetên êvarê de ji aliyê polîs û tîmên taybet ve cenazeyên 4 kesên ku kiribûn nava betaniyê danîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê.
Cenazeyên ku nasnameyên wan ne diyar in û wan kirine morgê, ji otopsiyê li benda dozgeriyê ne. Li ser tora civakî ji aliyê navnîşana "JITEM ?@_J_I_T_E_M_" wêneyên 4 kesên ku hatine qetilkirin hatiye parvekirin. Di parvekirinê de tê gotin ku ev 4 kesên ku di operasyonê de hatine qetilkirin PKK'î ne.
Navnîşana "JITEM ?@_J_I_T_E_M_" di rojên bihurî de jî li Şirnexê piştî ku Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin, cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve girê dan û li erdê kaş kirin jî parve kiribû.