Balafirên şer û helîkopteran Şehîdgeha Çemçê bomberdûman kir

Balafirên şer û helîkopterên Tirk, “Şehîdgeha Çemçê” ya li Qaqizmana Qêrsê ya gorên PKK’yiyan û HPG’yiyan lê ne bomberdûman kir.

Balafirên şer û helîkopterên Tirk, “Şehîdgeha Çemçê” ya li Qaqizmana Qêrsê ya gorên PKK’yiyan û HPG’yiyan lê ne bomberdûman kir.

“Şehîdgeha Çemçê” ya gorên gerîlayên PKK/HPG’ê ya li herêma Madûr û Çemçê ya girêdayî navçeya Qaqizmanê ya Qersê, ji aliyê helîkopteran û balafirên şer ên Tirk ve hatin bomberdûmankirin. Ji ber bomberdûmanan, şehîdgeh texrîb bû.

Piştî bomberdûmanê, artêşa Tirk leşker danî derdora şehîdgehê, leşkerên danîn jî bi balyozan êrîşî kevirên goran ên li Şehîdgehê kirin û kevirên goristanê parçe kirin.