Di çalakiyên gerîlayan de bi dehan leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Star bi çalakiyan bersiv didin êrîşên artêşa Tirk. Di van çalakiyan de bi dehan leşker mirin.

Gerîlayên HPG û YJA Star bi çalakiyan bersiv didin êrîşên artêşa Tirk. Di van çalakiyan de bi dehan leşker mirin.

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Star ev agahî hat dayîn:

“6’ê Cotmehê saet 07.00’an gerîlayên me li hemberî stasyoneke bazê ya Turkcell, Vodafonê û Avea ya li gundê Memîra ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiyeke sabotajê pêk aniye û stasyona bazê bi temamî îmha bûye.

6’ê Cotmehê saet 17.00’an li hemberî artêşa TC a ji qada Gundikê Melê ya Şirnexê diçû qada Çiyayê Filla hêzên me yên gerîla çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê qereqolên Gundikê Melê û Nimîja; qada Çiyayê Filla bi obus, hawan û tankan bombe kirine.

Li qadên Mêrgezrê, Geliyê Doskî û Bînbîr yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê operasyona ku artêşa TC pêk aniye didome.

LI ELBAKÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

6’ê Cotmehê saet 10.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Kisimli ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê çalakî pêk anî. Leşkerên li derdora qemyona ku erzak dibir qereqolê hatin hedef girtin û 2 leşker hatin kuştin. Qereqol bi çekên giran bû hedef, her wiha leşkerek nobedarê qereqolê û dema vekişînê de leşkerekî hat hedef girtin, bi giştî 4 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo hevalên me yên di pêvajoya dawî de şehîd ketine hate lidarxistin.

DI ÇALAKIYA LI HEMBER QEREQOLA KANÎ SPÎ DE BI DEHAN LEŞKER HATIN KUŞTIN

6’ê Cotmehê saet 18.30’an hêzên gerîlayên me ji bo bîranîna hevalên me yên li Elkê şehît ketibûn li hember qereqola Kanî Spî ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê çalakiya sabotajê li dar xistin. Ji du lojmanên di qereqolê de di yekê ji wan de 45 leşker hebûn. Bi wesayîta tijî taqemenî çalakî hate lidarxistin û di encama çalakiyê de avahiya qereqolê û lojmenek bi temamî hate îmhakirin. Piştre jî bi çekên ferdî û otomatîk ve leşkerên di qereqolê de jî hatin gulebarankirin. Di çalakiyê de bi gerîlayekî me re têkîliyên me qut bû. Di medyaya şerê taybet de hate gotin ku 7 leşker û 4 cerdevan mirine, her wiha 4 gerîlayên me jî şehîd ketine. Ev nûçeyana bi rastiyê re ti têkîliyên xwe tinene. Di encama çalakiyê de der barê bi dehan windahiyên artêşa TC de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LEŞKERÊN DERKETIBÛN OPERASYONA ÇEMÇÊ DERBÊ GIRAN XWARIN

3’ê Cotmehê ber bi sibê saet 04.30-05.30’an balafirên şer herêma Çemçê bomberdûman kir, piştre jî operasyona bejahî destpê kirin. Helîkopterên Skorsky li herêmên Tepê Bizik, Tepê Lîvreş, Tepe Karagah, Horozkaya û Arçikdede leşker danîn, bi van leşkeran re pevçûnek saetekê berdewam kir pêk hat. Her wiha pevçûnên li herêma Tepe Bizik 6 saetan dom kir. Artêşa TC bi helîkopterên Kobra û hawanan êrîşî gir kir. Di pevçûnan de bi zelalî 4 leşker hatin kuştin.

Heman demê de, saet 11.30’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên li Tepe Karargahê çalakî pêk anîn, ji 10 metreyan bi çekên ferdî û bombeyên dest ve leşker kirin hedef, bi zelalî 4 leşker kuştin, her wiha di heman cihî de bi lêdanên çekên giran ve jî 2 leşker hatin kuştin.

Rojek piştre, 4’ê Cotmehê ber bi sibê saet 03.00’an artêşa TC bi tank, top û Kobrayan êrîşî Şehîdgeha Çemçê kir. 6’ê Cotmehê de qismet operasyonê vekişiya, di erazî de cih bi cih yekîneyên veşartî operasyonê didomînin. Di vê operasyonê de bi giştî 10 leşker hatin kuştin.

STASYONÊ BAZÊ HATIN ÎMHAKIRIN

6’ê Cotmehê saet 10.00’an tîmek hêzên gerîlayên me stasyonên bazê yên Tûrkcell, Avea, TRT û înternetê yên li gundê Handere yê girêdayî navçeya Sariqamûşê ya Qersê bi şewitandinê îmha kirin. Her wiha li vî gundî di avahiyeke leşkerî de hinek malzemeyên leşkerî jî hatin şewitandin.

LI HEMBER QEREQOLA ÇÎÇEKLÎ SABOTAJ

5’ê Cotmehê saet 15.55’an li hember qereqola Çîçeklî ya girêdayî navenda Dêrsimê, tîma sûîqestê ya Şehîd Destan çalakiyek li dar xist, li vir bi zelalî leşkerek hate kuştin.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Pilûr û Dêrsim-Erzîncan di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.”

LI HEMBER HERÊMÊN GERÎLA BOMBERDÛMAN DIDOMIN

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşên topavêjî didomîne û wiha berdewam kir: “6’ê Cotmehê saet di navbera 16.00-21.30’an de qereqola girê Sîvrî ya girêdayî qereqola Bezelê ya li xeta sînorê herêma Avaşîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên gundê Erdewê, Geliyê Herkî, Tepê Sor û Bedewê bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê li eraziya gundê Erdewê şewat derket. Her wiha 6’ê Cotmehê, qereqola Oremar ji saet 21.00’an herêma Şehîd Gafûr da ber obus, hawan û topan.

6’ê Cotmehê saet di navbera 15.30-16.00’an de qereqola Bîlîcanê ya li xeta sînorê herêma Zapê, herêmên derdora xwe da ber çekên giran.”

7’ê Cotmehê (îro) saet di navbera 08.00-10.30’an de qereqola Tepê Sor a li xeta sînorê herêma Metîna, herêma Tepê Ortê û derdora wê bi obus û hawanan bomberdûman kir.”

TEVGERA HEWAYÎ DIDOME

HPG’ê der barê tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov de jî ev agahî da: “6’ê Cotmehê saet di navbera 22.00-23.00’an de li ser herêma Metîna, pêgerên hewayî yên bê mirov gerîyan. Her wiha, 7’ê Cotmehê saet di navbera 00.00-00.30’an de li ser herêma Metîna; 6’ê Cotmehê saet di navbera 08.00-10.00’an de li ser herêma Metîna; saet di navbera 15.30-16.00’an li ser herêma Zapê, tevgera balafirên şer hebû.”