Hejmara mirovên li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bû 22 kes
Li Cizîrê, dayika 6 zarokan Mulkiye Geçgel (48) a di rewşa awarte ya 9 rojan de ji ber guleya polîsan bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, bi îlankirina qedexekirina derketina kolanan re di encama êrîşa polîsan de jina bi navê Mulkiye Geçgel (48) bi giranî birindar bibû. Dayika 6 zarokan Geçgel, piştî birindar bû rakiribûn Nexweşxaneyê Devletê ya Şirnexê. Geçgel piştî emeliyata yekemîn roj ji bo emeliyata duyemin wergitibû. Geçgel duh ji bo emeliyata duyemîn çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, lê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku hevserê Geçgel jî di sala 1994'an de ji hêla JÎTEM'e ve hatiye qetilkirin.
Cenazeyê Geçgel wê seat di 11.00'an de bi girseyî li Goristana Şehit Bêrivan bê definkirin.