Ahmet Dîlek ê Nisêbînî: Dewletê hewl da malbata min bi saxî bişewitîne!
Ahmet Dîlek ê ku mala wî ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat şewitandin got, "Dewletê xwest, me bi saxî bişewitîne. Eger ne ji alîkariya cîranên me bûya, wê komkujiyeke mezin rû bida."
SEDAT SÛR
MÊRDÎN / ANF
çarşem, 7 kewçêrê 2015, 08:38
Ahmet Dîlek ê ku mala wî ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat şewitandin got, "Dewletê xwest, me bi saxî bişewitîne. Eger ne ji alîkariya cîranên me bûya, wê komkujiyeke mezin rû bida."
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, di dema "qedexeya derketina derve" de tîmên tevgera taybet bombe avêtin mala Ahmet Dîlek a li Bûlwara Şîrîn. Dîlek li navenda polîsan geriya û alîkarî xwest, lê bersiv jê re nehat dayîn. Wezîfedarê arkujiyê jî hewl da agir vemirîne, lê sekvanên hêzên çekdar ên Tirk, gule berdan lingê wî û ew birîndar kirin.
Ahmet Dîlek ku bi alîkariya cîranên xwe re di kêliya dawî de tevî malbata xwe ji şewatê rizgar bû, bûyera bi serê wî û malbata wî de hat, ji ANF'ê re vegot.
'WEZÎFEDARÊ ARKUJIYÊ YÊ HAT ŞEWATÊ VEMIRÎNE, HAT BIRÎNDARKIRIN'
Dîlek got, "Roja dudiyan a qedexeyê bû. Danê nîvro teqînekê rû da. Bi çar zarok û birayên xwe re bi giştî sêzdeh kes em ji hundir derneketin derve. Dûre yekser bombe avêtin mala me" û wiha dewam kir: "Di vê demê de ez li navenda polîsan geriyam. Min ji wan re got ku mala me dişewite, lê ne xema wan bû. Em li ekîbên arkujiyê geriyan, wan jî gotin, 'em ê werin lê polîs destûrê nade'. Eger em bi tena serê xwe werin, wê sekvan guleyan berdin me."
Dîlek anî ziman ku arkujekî piştre hat vemirandina şewatê, bi guleya sekvanan birîndar bû û diyar kir, ku hewl hatiye dayîn ew bi malbatî bên qetilkirin. Dîlek got, "Dewletê xwest, me bi zarok û hemû malbatê bi zindî bişewitîne. Bi alîkariya cîranên xwe, em ji komkujiyê rizgar bûn."
'MALA MIN BI TEMAMÎ ŞEWITÎ'
Dîlek diyar kir ku piştî zarokên xwe danîne ser pêlikan, wî û hevsera wî hewl dane agir vemirînin, lê ji hewldanên wan ên vemirandina bi xortimê, ti encam derneketiye. Dîlek ragihand, ku piştî şewat bi tevahiya xanî ket, wan alîkarî ji cîranên xwe xwestine û got, "Ji şaneşînê, min zarokên xwe û birayên xwe derbasî mala cîran kir û dûre bi hevsera xwe re em çûn cem wan."
Dîlek da zanîn ku ew dûre dîsa li navenda polîsan geriya ye û ji wan re gotiye, 'tîmên tevgera taybet mala min şewitandin, bombeyan diavêjin' û alîkarî xwestiye, lê belê ji navenda polîsan jî bersiva 'Li nêzî mala te terorîst hene, ji ber vê yekê diavêjin, em nikarin bibin asteng' jê hatiye dayîn. Dîlek got, "Mala min şewitandin. Min ji wan xwest, ku qet nebe bihêlin arkuj derbas bibin, lê belê destûra wê jî nedan û mala min bi temamî şewitî."
'ZAROK WÊ BI HÊRSA LI HEMBERÎ VÊ HOVÎTIYÊ MEZIN BIBIN'
Dîlek anî ziman ku hovîtiya li Nisêbînê rû da, bi hevokan nayê vegotin û wiha dewam kir: "Pênc rojan me li vê derê zilm û hovîtiya dewletekê dîtin. Kî çi dibêje bila bêje, ev zilm wê neyê jibîrkirin. Pitik, zarokên Nisêbînê wê vê hovîtiyê ji bîr nekin, wê bi hêrsa li hemberî vê mezin bibin. Em ê hesap ji yên ev zilm anîne serê me bipirsin."
'GEL ÊDÎ DEWLETÊ NAXWAZE'
Dîlek axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Dewletê mala min şewitand, mirovên me qetil kir, gule li astengdar, extiyar, zarok, jinan li her kesî reşand. Em li malên xwe hatin hepiskirin, nexweş nekarîn ji malen xwe derkevin. Gelo ev hêrseke çawa ye, çi hesteke tolhildanê ye? Gel êdî dewletê naxwaze û bila êdî dewlet vê qebûl bike.
Ez ê gilî bikim. Ji Waliyê Mêrdînê heta Tayyîp Erdogan, berpirsyarên vê komkujî û talanê diyar in. Gel wê hesap ji van hemûyan bipirse."