Nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin

Navenda Çapemenî û Raghandinê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên ku di demên cuda de di berxwedana kantonên Rojava de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Çapemenî û Raghandinê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên ku di demên cuda de di berxwedana kantonên Rojava de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Çapemenî û Raghandinê ya YPG’ê ji bo ragihandina nasnameyan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şervanên me bê ku dudilî bijîn li hemû eniyan bi ruhekî berxwedêr li berxwe didin û têdikoşin. Eger ne ev îradeya ji pola û felsefeya bi rûmet ba em nedigihiştin asta îro. Şervanên me dawî li zilm û neyaran anîn û hêviyên wan çeteyan hemî pûç û vala derxistin. Çeteyên ku hemû hêza xwe û taqeta xwe berê xwe dan Kurdan hemû têk çûn. Êdî roj hatiye ku ew li ser axa me rojên xwe yê dawî bihejmêrin lewma bi hemû rêbazan êrîşan pêk tînin û planan li dar dixin.

Di van şerên dîrokî de yê ku bi mora YPG’ê û YPJ’ê mohrkirin dîrok pêre nikare îxanetê bike, Ji ber ku şerekî bi rûmet e. Îro em çar hevrêyên xwe tevlî karwanên şehîdan dikin her yek ji wan destanek bû li hemû qadan erkekî pêşeng dilîstin îro van hevalan bi fedayîtiya xwe gihiştin şehadetê.

Em weke yekîneyên parastina gel û yekîneyên parastina jin sersaxiyê ji gelê xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin û  soza ku me daye gelê xwe em bi van şehîdan nû dikin.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN WIHA NE:

 

Nasnav: Berfîn Colemêrg

Nav: Mumê Atak

Navê Dayikê: Saniya

Navê Bav: Enwer

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Cih û Dîroka Şehadetê: 07.09.2015 Hesekê

 

Nasnav: Rodî Çekdar

Nav: Dilbirîn Yayîk

Navê Dayikê: Aysel

Navê Bav: Faruk

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk – Gundê Til Hemam 01.10.2015

 

Nasnav: Nûda Arjîn

Nav: Dijle Dijwar

Navê Dayikê: Xaliya

Navê Bav: Dijwar

Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk – Gundê Til Hemam 01.10.2015

 

Nasnav: Zafer Cûdî

Nav: Huseyin Benlîk

Navê Dayikê: Fecriye

Navê Bav: Suleyman

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Alya 02.10.2015