Malbata Adem Sevînç: Dewletê gule li kurê me yê dihat malê reşand
Tîmên tevgera taybet, Adem Sevînç ê 17 salî qetil kirin. Malbata Sevînç nerazîbûneke tund nîşanî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da.
Tîmên tevgera taybet, Adem Sevînç ê 17 salî qetil kirin. Malbata Sevînç nerazîbûneke tund nîşanî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku terora dewletê û berxwedana gel lê dewam dike, duh bi şev tîmên taybet êrîşî taxên Yeşîldere û Dîze kirin û Adem Sevînç ê 17 salî qetil kirin. Polîsên ku nîvê şevê saet di 02:00 de bi wesayîtên zirxî dor li taxan girtin, bi çekên otomatîk gule li nava taxan û bendan reşandin. Gel jî li hemberî êrîşê daket kolanan û bi tilîlî û dirûşmeyan çalakî lidar xist.
FEREK PÊLAVA WÎ Û XWÎNA WÎ LI CIHÊ LÊ HAT QETILKIRIN MA...
Hat ragihandin, ku Adem Sevînç dema ji mala apê xwe ya li Taxa Yeşîldereyê derket û berê xwe da malê, guleya ji panzera li kolanê hat teqandin li pişta wî ket û ket xwarê. Derket holê ku Sevînç xwe bi erdê re kaş kiriye, bi vî rengî gihaştiye heta ber malê, lê li vir jiyana xwe ji dest daye. Ferek pêlavê û xwîna Sevînç li cihê lê hat qetilkirin, ma.
TÎMÊN TAYBET HEQARET KIRIN
Tîmên taybet ên ji wesayîtên zirxî anons kirin, heqaret li gel kirin û gotin, "Xwe li pişt hevserên xwe veneşêrin. Hûn ne mêr in? Derkevin pêşberî me."
Havva Sevmîşgot, "Bi wesayîtên zirxî û panzeran, malên me dorpêç kirin. Dûre gule li derdorê reşandin. Deriyên vî bexçeyî şikandin. Li vê derê, ji bilî me sivîlan, kesek tinebû. Em ji malê derneketin, deriyên malên me jî şikandin."
MALBAT: BILA XWEDÊ MAFÊ KURÊ MIN JI ERDOGAN BISTÎNE!
Bav Mahmût Sevînç li ber nexweşxaneyê daxuyanî da û got, "Kurê min duh êvarê saet di 19:00 de çû mala apê xwe. Saet di 23:00 de ez lê geriyam, hînê li wir bû. Min jê re got ku em ê sibe biçin înşeatê ji bo xebatê. Wî jî got ew ê kêliyeke din bê. Piştî ku ji malê derket, hêzên dewletê gule lê reşandin."
Dayik Zeynep Sevînç jî li ber deriyê morgê peyivî û got, "Dema bi şev dihat malê, gule li kurê min reşandin. Dewleta Tirk gule reşand û kurê min ê 17 salî qetil kir. Înşalleh mafê kurê min winda nebe. Xwedê heqê kurê min ji Erdogan bistîne."
WÊ LI ŞEHÎDGEHA ORMANÊ WERE VEŞARTIN
Cenazeyê Sevînç ê ji aliyê gel ve hat wergirtin, di destpêkê de birin Mizgefta Eskî Merkez û dûre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî otopsiya destpêkê, ji bo otopsiya giştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî ku otopsî temam bibe, wê li Şehîdgeha Ormanê were veşartin.