Komploya navneteweyî li Elmanyayê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Elmanyayê daketin kolanan û komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, şermezar kirin.

Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Elmanyayê daketin kolanan û komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, şermezar kirin.

MUNCHEN: Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Wezareta Karên Hundir a Munchên mîtîngek hat lidarxistin û belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin, ku komplo negihaştiye armanca xwe û hat gotin, "Em gelekî baş dizanin ku komplo bi destê kê hatiye. Em ê ti carî ji bîr nekin û endin ji bîr kirin." Qisekeran diyar kirin ku komplo wê ti carî nikaribe bi Kurdan û destnîşan kirin, ku ew ê jiyaneke bêyî azadiya Ocalan, qebûl nekin.

DARMSTADT: Li Darmstadtê, bi çalakiyekê komplo hat şermezarkirin. Li binê konê bi vê armancê aset di navbera 14:00-18:00 de hat vedan, der barê komployê de belavok hatin belavkirin.

DRESDEN: Li Dresdenê bi qasî sed kes li hev civiyan û komplo şermezar kirin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku Kurd bi berxwedaneke topyekûn û rêxistinbûyîneke zêdetir dikarin komployê têk bibin. Di çalakiyê de xwerêveberiyên li Kurdistanê jî hatin silavkirin. Li dû nîşandana sînevîzyona bi navê Roja Reş, çalakî bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

BREMEN: Komplo li bajarê Elmanya Bremenê jî, bi mîtîngeke bêdeng a li ber Parlamenta Eyaletê hat şermezarkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, pankartên bi nivîsên "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" û "Em, komploya li hemberî Birêz Ocalan şermezar dikin û edaletê dixwazin" hatin vekirin. Girseya gel her wiha li ser mijarê belavokên bi zimanê Elmanî belav kir. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bremenê Saît Bîlgîn bal kişand ser girîngiya dîplomasiya gel û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku bi xurtî xwedî li xwerêveberiyên hatine îlankirin, derkevin. Her wiha xwest ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî biçin ser sindoqan. Piştî axaftinê, belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin û girseya gel bi bêdengî belav bû.

HANAÛ: Li bajarê Hanaû bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, standa hat vekirin. Li vê standê, der barê komploya naneteweyî de agahî li derdorê hat belavkirin. Di axaftinên li vir de jî hat xwestin, ku tecrî da li ser Ocalan tavilê were rakirin.

...