Gerîlaya HPG'ê Dêrsim Mêrdîn li Saarbruckenê hat bîranîn
Gerîlaya HPG'ê Dêrsim Mêrdîn (Şukran Ozdogan) a di şerê 1'ê Cotmeha 2015'an ê li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Saarbruckenê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a li Saarbruckenê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û şoreşa cîhanê destpê kir. Dûre li ser navê NAV-DEM'ê axaftin hat kirin.
Berdevkê NAV-DEM'ê, bi şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê dest bi axaftina xwe kir û got, "Eger em îro di nava mirovahiya pêşverû de bi serbilindî dikarin bimeşin û li ser dika siyaseta cîhanê dikarin bêjin em jî hene, ev yek bi saya şehîdên me ye."
Nûnerê NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku Dêrsim Mêrdîn û hevalên wê, bêyî li berjewendiyên şexsî bifikirin, bihara emrê xwe diyarî gelê xwe kirin û got, "Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li mîrateya wan e. Temamkirina xewn û xeyalên wan ên nîvcomayî ye. Ev wezîfe dikeve ser milê me. Bi daliqandina wêneyên şehîdan li malên xwe û komeleyên xwe, em nikarin wezîfeya xwe bi cih bînin. Girîng e m li dora wan bicivin û têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin."
Pismamê Dêrsim Mêrdîn Enver Ozdogan jî li vir peyivî û anî ziman ku ew bi dotmama xwe re serbilind e. Ozdogan got, "Şehîd Dêrsim ne şehîda destpêkê ya vê têkoşînê bû, ne jî wê ya dawî be. Ev têkoşîn bi şehîdan mezin bû û gihaşt mîlyonan mirovan. Xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li doza wan e."