'Şehîda Aştiyê' dayika Meryem wê li Êlihê bê oxirkirin

Endama Dayika Aştiyê Meryem Bûlût a di êrîşa bombeyî ya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, heta nefesa xwe ya dawî di nava têkoşîna aştî û azadiyê ya Kurdan de cih girt.

Endama Dayika Aştiyê Meryem Bûlût a di êrîşa bombeyî ya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, heta nefesa xwe ya dawî di nava têkoşîna aştî û azadiyê ya Kurdan de cih girt.

Mexdûra darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê Meryem Bûlût a 70 salî, bi xwişka xwe Sûltan Bûlût re neçar ma ji Êlihê koçî navçeya Hatay Skenderûnê bike û li wir bi cih bibin. Dayika Meryem li vê derê di refên herî pêş ên têkoşîna Kurd û Kurdistanê de cih girt. Di destpêka salên 1990'î de bi kêf û şahî kurê xwe Ahmet şand nava refên PKK'ê.

Meryem Bûlût a ku li metropolên Tirkiyeyê û Kurdistanê di nava DEP, HEP, OZ-DEP, HADEP, DEHAP û DTP de di astên cuda de wezîfe bi cih anî, gelek caran rastî îşkence, binçavkirin û girtinê hat. Lê tevî hemû gefan jî ji têkoşîna xwe venegeriya û ji ti şîn û şahiyên Kurdan nema. Dayika Meryem li Skenderûnê, deriyê mala xwe li her kesên ji bo meşandina xebatên partiya siyasî çûn re vekir û di her saziyê de bi dildarî weke rêveber xebitî. Dayika Meryem di nava komeleya piştgiriya bi malbatên girtiyan de jî cih digirt. Neviyê wê Çekdar ê YPG'yî, ku bi seferberiyê berê xwe da Şoreşa Rojava û li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, îsal di 9'ê Nîsanê de li Êlihê hatibû veşartin. Dayika Meryem a bihîst kurê wê Ahmet jiyana xwe ji dest daye, ji ber ku goreke wî tineye her tim li ber diket û digot, "Xwezî min rojekê bidîta ku darbesta Ahmetê min bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin, li ser milan hatiye hilgirtin û li şehîdgehekê were veşartin." Di heman demê de digot, "Ya rast Kurdistan ji bo hemû şehîdên me bexçê gulan e, kevirekî gorê yê kurê min tinebe jî niha çiyayên Kurdistanê hemû cihê kurê min lê radizê ye."

Dayika Meryem wê îro li Êlihê li cem gora neviyê xwe yê YPG'yî ber bi bêdawîtiyê were oxirkirin.