Elektrîk li ser erdhejzedeyên li konteyniran dijîn hat birîn

Piştî erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an ên li Wanê rû dan, ji ber ku pirsgirêka stargehê ya 28 malbatan nehat çareserkirin, neçar in li konteyniran jiyana xwe bidomînin.

Piştî erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an ên li Wanê rû dan, ji ber ku pirsgirêka stargehê ya 28 malbatan nehat çareserkirin, neçar in li konteyniran jiyana xwe bidomînin.

Di ser mezintirîn erdheja li Wanê rû da ya sala 2011'an re 4 sal derbas bûn. Lê belê pirsgirêkên erdhejzedeyên Wanî hînê nehatine çareserkirin. 28 malbatên ku pirsgirêka wan a stargehê nehatiye çareserkirin û li wargeha ji konteyniran hatine bicihkirin, hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Erdhejzedeyên beriya du salan ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe ketibûn greva birçîbûnê, ti encam bi dest nexistin. Walîtiya Wanê, di nava hefteyê de bi hinceta ku deynê xwe yê elektrîkê heye, elektrîka wargeha konteyniran a Anadolû, birî. Ji ber nêzîkbûna demsala zivistanê, xuyaye rojên zor û zehmet li pêşiya erdhejzedeyan e. Erdhejzedeyên ku ji ber nebûna elektrîkê neçarin pêwîstiyên xwe yên ji bo xweşuştin û çêkirina xwarinê li ser agirê li derve tedarik bikin, dixwazin pirsgirêkên wan werin çareserkirin.

ATALAY GOTIBÛ 'ME TI WELATIYÊN XWE LI DERVE NEHIŞT'

Beşîr Atalay ê ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê AKP'ê ew di rêza 1. a Wane de weke namzetê parlamenteriyê nîşan da, di sala ku erdhej lê qewimî de alîkarê serokwezîr bû. Atalay ê ku hingî ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatibû Wanê, beriya her tiştî kiribû ku polîs bi çoyan êrîşî erdhejzedeyan bikin û li ser nerazîbûnan gotibû, 'em we bi qedera we re rû bi rû dihêlin'. Atalay îdîa kir ku wan di nava salekê de li Wanê pirsgirêkên xaniyan çaerser kirine û di sala 2011'an de gelek xizmet dane Wanê. Atalay her çend bi van gotinan dengan dixwaze jî, welatiyên li konteyniran dijîn, nîşan didin ku ev gotinên Atalay derew in.

MALBATÊN ERDHEJZEDE: HIKÛMETÊ EM TERIKAND

Malbatên erdhejzede bal kişandin ser şert û mercên zivistanê û dan xuyakirin, ku Walîtiya Wanê ya ku alîkariya komirê jî bi wan nake, niha elektrîk li ser wan birîne. Malbatan xwestin pirsgirêkên ew lê rast tên werin çareserkirin. Malbatan nerazîbûn nîşanî gotina "Me ti welatiyên xwe li derve nehişt' a Beşîr Atalay dan û diyar kirin, ku ew hatine terikandin.

BOTAN: DEREWAN LI GEL DIKIN

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan der barê mijarê de ji me re axivî û diyar kir ku Alîkarê Serokwezîr ê hingî Beşîr Atalay ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Wanê hatibû wezîfedarkirin, niha ji aliyê AKP'ê ve li Wanê namzet hatiye nîşandan û got, "Atalay ê di dema erdhejê de heqaret li gelê me kir û ew di nava rewşa zor û zehmet de hişt, niha îdîa dike ku wan hemû pirsgirêk çareser kirine û deng dixwaze. Vaye rewş li holê ye. Ev mirov bi salane li vir dimînin û ti pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin. Gelo ev e edalet, ev e xizmet? Derewan li gel dikin. Em heta dawiyê li cem welatiyên xwe yên erdhejzdeyan e û em ê pirsgirêkê careke din bixin rojeva meclîsê."

...