Li Şengalê 30 çete hatin kuştin
Li Geliyê Şîlo yê Şengalê, di şerê navbera hêzên YBŞ/YPJ-Şengal û çeteyên DAIŞ'ê de 30 çete hatin kuştin.

Li Geliyê Şîlo yê ku li rojavayê Şengalê ye, operasyona hêzên YBŞ û YPJ-Şengal dewam dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê duh ber destê sibehê saet di 03:30 de ji 3 baskan ve êrîşî 3 girên hêzên YBŞ/YPJ-Şengal lê bi cih bûne, kirin. Şerê li vê derê heta danê sibehê saet 08:00 dewam kir û li vê derê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatin xistin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di vî şerî de 30 çete hatin kuştin û cenazeyên 22 çeteyan di bin kontrola hêzên YBŞ/YPJ-Şengal de ne.
'GELEK ÇEK Û CEBILXANE HATIN DESTESERKIRIN'
Di şer de 7 kalaşnîkov, 2 çekên M-16 û yek roketavêja B-7 ketin destê hêzên YBŞ/YPJ-Şengal.
Der barê encamên vî şerî de tê payîn ku di saetên pêş de daxuyaniyeke fermî were dayîn.