YPG: 4 çete hatin kuştin
Di operasyonên li Heleb û Sirînê de 4 çete hatin kuştin.
Di operasyonên li Heleb û Sirînê de 4 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku roja 9'ê Cotmehê li hemberî çeteyên li nêzî bajarokê Sirîn ê Kobanê bi cih bûbûn, operasyonek hat lidarxistin. YPG'ê got, "Di operasyona ku çeteyên xwe ji bo êrîşê amade dikirin hat lidarxistin de, wesayîteke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye."
YPG'ê der barê şerê li Helebê de jî agahî da û got, "Roja 9'ê Cotmehê li bakurrojhilatê Helebê, li nêzî şîrketa otobusê ya navbera taxa Bostan Paşa û gundê Cendol ê operasyonek hat kirin. Di operasyona ku li hemberî çeteyên di nava tevgerê de bûn hat kirin de, wesayîtek leşkerî ya çeteyan hat rûxandin. Bi qasî hatiye tespîtkirin li vir 3 çete hatine kuştin."