Li bajarên Fransa Dragûîgnan, Marsîlya, Bordeaûx û Montpellîerê, komploya navneteweyî bi meşên meşaleyî hat şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 10 kewçêrê 2015, 09:03
Li bajarên Fransa Dragûîgnan, Marsîlya, Bordeaûx û Montpellîerê, komploya navneteweyî bi meşên meşaleyî hat şermezarkirin.
DRAGÛÎGNAN: Kurdistaniyên li bajarê Dragûîgnanê dijîn, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê meşeke meşaleyî lidar xistin. Meş bi giranî bi beşdariya jin û ciwanan pêk hat. Di meşê de bi hezaran belavok hatin belavkirin û piştî meşê li ber Walîtiya Dragûîgnanê mîtîngek hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê KCD-E Dragûîgnanê axaftin hat kirin û ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga çûyîna ser sindoqan hat kirin.
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan, komploya navneteweyî bi çalakiya xeleka ji mirovan, hat şermezarkirin. Çalakî li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya li Marsîlyayê pêk hat. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê Sevgî Yavaş li vir peyivî û destnîşan kir, ku ji bo pûçkirina komployê, ew ê ne şerê ku komploger li ser wan ferz dikin, ew ê aştiyê tercîh bikin.
BORDEAÛX: Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de destpê kir, li bajarê Bordeaûxê jî bi meşeke meşaleyî hat şermezarkirin. Di dawiya meşê de girseya gel li Meydana Vîctoîre civiya û ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê û şoreşê, deqeyek rêz girt. Di axaftinên liv ir de hat ragihandin ku komplo ji aliyê Ocalan û gelê Kurd ve hatiye pûçkirin û hat destnîşankirin, ku di hiblijartinên 7'ê Hezîranê de careke din li Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk derketiye pêş. Di axaftinan de hat gotin ku 1'ê Mijdarê wê bibe dawiya dîktatoriya ku vîna gelan nas nekiriye. Qisekeran banga dengdayînê li hemû hilbijêran kirin.
TOÛLOÛSE: Kurdistanî û dostên wan ên li Toûloûse dijîn, bi meşeke meşaleyî komplo şermezar kirin. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Toûloûse û Kolektîfa Piştgiriya bi Gelê Kurd re hat organîzekirin, saet di 19:00 de li Meydana Capîtolê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû meşê mîtîngek hat lidarxistin. Li ser navê Kolektîfa Piştgiriya bi Gelê Kurd re Pîerre Granet li vir peyivî û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyê siyasî werin berdan. Granet her wiha destnîşan kir ku divê PKK ji nava lîsteya rêxistinên 'terorê' were derxistin.
MONTPELLÎER: Meşeke din a meşaleyî li bajarê Montpellîerê pêk hat. Çalakiya ji aliyê Navenda Çanda Demokratîk a Montpellîerê ve hat organîzekirin, li Parka Peyroû destpê kir û heta meydana Comedîe dewam kir. Di çalakiyê de li ser komployê agahî hat dayîn û bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya 17 salan a li ser Ocalan. Hat destnîşankirin, ku têkoşîna gelê Kurd wê heta azadiya fîzîkî ya Ocalan dewam bike.