BI DÎMEN

Komplo di salvegera 17. de li Stockholm û Goteborgê hat şermezarkirin

Li bajarên Swêd Stockholm û Goteborgê, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi çalakiyên girseyî hat şemezarkirin.

Li bajarên Swêd Stockholm û Goteborgê, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi çalakiyên girseyî hat şemezarkirin.

STOCKHOLM

Bi sedan Kurdistanî bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan, lenet li hêzên li pişt komployê anîn û xwestin, Ocalan serbest were berdan.

Meşa bi vê armancê saet di 17:00 de li Parka Hûmlegardenê destpê kir û li pêş meşê pankarta ji nivîsa 'Azadiya Ocalan' hat vekirin. Kurdistaniyan bi qîrîna dirûşmeyan, komplo şemerzar kirin û xwestin Ocalan azad bibe. 

Di meşê de tevî pankartan, wêneyên Ocalan, alên PKK, PYD, YPG, PJAK, KJAR û KODAR'ê jî hatin hilgirtin. Di herikîna meşê de bi rêya hoparloran, komplo ji raya giştî re hat vegotin.

Girseya gel, piştî ku xwe gihand Meydana Sergelê, ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyeke rêz girt. Dûre Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Swêdê Leyla Dûman peyivî û xwest, tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Dûman bang li Kurdistaniyan kir, ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan xurttir bikin. Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborgê jî komploya navneteweyî bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Bi sedan Kurdistanî û Swêdiyan cihê xwe di nava mîtîngê de girtin. Mîtîng bi deqeyeke rêzgiritnê destpê kir. Dûre belavokên li ser navê NCDK Swêd û NCDK Goteborg ve hatin amadekrin, hatin xwendin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê Abdullah Devecî peyivî û got, "Komploya navneteweyî li Kobanê hatiye pûçkirin. Di asta heyî de dem dema xwegihandina Rêber Apo ye."