Li ser qadên gerîla tevgera keşfê
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li hemberî qadên gerîla didomîne. Ji qereqolên li ser sînor, bi hawan, obus û tankan li hemberî Avaşîn, Metîna û Zapê hatin kirin.
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li hemberî qadên gerîla didomîne. Ji qereqolên li ser sînor, bi hawan, obus û tankan li hemberî Avaşîn, Metîna û Zapê hatin kirin.
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li hemberî qadên gerîla didomîne. Ji qereqolên li ser sînor, bi hawan, obus û tankan li hemberî Avaşîn, Metîna û Zapê hatin kirin. Her wiha li ser qadên Zap, Gare û Metîna jî bi pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê re keşif hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin. HPG'ê ev agahî parve kir:
"Roja 9'ê Cotmehê saet di navbera 14:30-15:00 de qereqola Mamreş a li ser sînorê herêma Avaşînê; qada Mergê, saet di navbera 15:00-17:30 de qereqola Grana; Girê Xwedê bi obus, hawan û tankan bombe kirin.
9'ê Cotmehê saet di navbera 22:30-23:00 de qereqola Elemûn a li ser sînorê Metîna; qada Zendûra, di heman saetan de qereqola Girê Arûş; qada Kurê Şîno, saet di navbera 23:30-00:00 de qereqola Girê Sor a ser bi Tûgaya Çelê; qada Girê Ortê bi obus, hawan û tankan bombe kirin.
9'ê Cotmehê saet di navbera 17:00-18:30 de qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê û saet di navbera 19:00-20:00 de qereqola Bilicanê herêmên derdora xwe bi çekên giran gulebaran kirin.
Roja 9'ê Cotmehê saet di navbera 09:30-10:00 de qereqola Gurya ya Şirnexê; qada Girê Herbo bi tank, obus û hawanan bombe kir.
Roja 9'ê Cotmehê saet di navbera 14:30-17:00 de li herêma Zapê, 10'ê Cotmehê saet di navbera 00:00-06:00 de herêma Garê, saet di navbera 04:00-08:30 de herêma Metîna, bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hatiye kirin. Her wiha roja 9'ê Cotmehê saet di navbera 12:03-16:30 de li herêma Xakurê, saet di navbera 13:30-14:00 de li herêma Qendîlê, saet di navbera 16:00-17:30 de li herêma Garê balafirên şer geriyan."