Kerboran di berxwedanê de ye

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku ji duh ve OHAL hatiye îlankirin û derketina kolanan li welatiyan hatiye qedexekirin, berxwedana gel a li hemberî êrîşên hêzên dewletê berdewam dike.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku ji duh ve OHAL hatiye îlankirin û derketina kolanan li welatiyan hatiye qedexekirin, berxwedana gel a li hemberî êrîşên hêzên dewletê berdewam dike. Hat zanin ku tîmên taybet bi çekên giran li ser malan gule direşîne û deriyên malan dişkînin. Wekîla HDP'ê ya Mêrdinê Gulser Yildirim ku ji duh ve nikare têkeve navçeyê diyar kir ku polîs û tîmên taybet ketin û derketina navçeyê girtiye û çekên giran bikar tînin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji duh ve OHAL hatiye îlankirin, ketin û derketina navçeyê li derve hatiye girtin. Wer wiha derketina welatiyan a kolanan jî hatiye qedexekirin. Li aliyê din tîmên taybet bi çekên giran êrîşî malan dikin û deriyan dişkînin. Ji duh ve tîmên taybet û leşker bi tank, top û sekvanan êrîşî tax û malan dikin. Di saetên nîvro de 3 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînan birîndar ango mirî hene yan na nehat zanîn. Ketin û derketina navçeyê li her kesî hatiye qedexekirin.

Hat zanîn ku li Taxa Bahçebaşi polîs û tîmên taybet bi zorê deriyan dişkîne û dikeve malan. Piştî tarî ket erdê gelek maşîneyên zirxî ku ketibûn nava taxan paşve kişiyan. Li taxan dengê berxwedanê bilind dibe. Welatiyên ku bi tilîlî û  bertekên xwe tînin ziman berxwedana xwe ya li dijî êrîşên dewletê berdewam dikin.

‘DEWLET DIXWAZE KOMKUJIYEK MEZIN LI KURDISTANÊ PÊK BÎNE’

Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, wekilê HDP'ê yê Êlihê Ali Atalan û bi sedan kesên li dervê Navçeyê rawestiyane, ji duh ve nikarin têkeven navçeyê. Tîmên taybet û polîsan ketin û derketin asteng kirine û destûr nadin ku wekîl jî têkevin navçeyê. Girseya ku wekîlên HDP'ê jî di navde li gundê Deywanê nobeta xwe berdewam dikin û ji duh ve Wekîla HDP'ê Gulser Yildirim di hava hewldana ketina navçeyê de ye. Gulser Yildirim, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê di pêşiya komkujiyên mezin dene û xwest demek berî demekê qedexeyên li ser kolanan û navçeyê bi dawî bikin.