BOG: Em li hember terora AKP-DAIŞ’ê bibin yek

BOG, ji komkujiya Enqereyê AKP û Erdogan berpirs girt, banga têkoşîna hevpar û hesabpirsînê kir.

BOG, ji komkujiya Enqereyê AKP û Erdogan berpirs girt, banga têkoşîna hevpar û hesabpirsînê kir.

Hêzên Azadiyê yên Hevgirtî (BOG), der barê komkujiya li hember girseya ji bo mîtînga aştiyê kombibûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca taqemeniyê ya din jî atmosferek bi tirs ava kirin, dîktatortiya AKP/RTE xurtkirin, teror asayî kirin û bi vê jî ji protestoyên girsêyî astengî derxistine. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev êrîşa ku çîna karkeran, kedkaran, kesên tên pelçiqandin, gelên me hedef girtiye, bê ku cih bide nîqaşa failên wê, desthilatiya AKP/RTE ye.

'JI BER KU DIZANE WÊ TÊK BIÇE NEMA SÎNORAN NAS DIKE!'

Di daxuyaniyê de ev îfade cih digirin:

“Ev teqînên hedefên wan hêzên demokrasî û aştiyê ne diyar dikin ku, faşîzma AKP-DAIŞ’ê li hember gelên me şerekî topyekun daye destpêkirin.”

Daxuyanî bal dikişîne ser dîroka êrîşa bombeyî ku pêvajoya biryargirtina PKK’ê ya bê çalakbûnê bû û wiha destnîşan dike: “Ji ber ku faşîzma AKP-DAIŞ dizanin wê têk biçin, di komkujiyan de nema sînoran nas dikin.”

BOG got: “Bila neyê jibîrkirin, bermahiyên mafia mîtîngan li dar dixin û dibêjin, ‘xwîn wê wek avê birije”, wê hesabê wê ji AKP/RTE ya çeteyên DAIŞ’ê bi destê xwe xwedîdikin bê xwestin.”

BOG wiha dewam kir:

"Mirovên li mîtînga aştî û demokrasiyê kom bibûn ji aliyê faşîzma AKP-DAIŞ ve hatin qetilkirin, lê pey xwe xeyalên welat û cihaneke wekhev, azad û adil berdan. Ev deynê situyê tevahî gelên me ne ku li fikrên wan xwedî derketin, ji qatilên wan hesap pirsîn.

Her mirovê me qetil dike, faşîzma AKP-DAIŞ dest bi pêla êrîşa dike, divê rê neyê dayîn. Em bang li gelên xwe dikin ku li bîranînên windahiyên me xwedî derkevin û li her qadê ji faşîzma AKP-DAIŞ’ê hesab bipirsin!

Bê ku wext bê windakirin, divê gelên me komîteyên xwe yên parastinê ava bikin û rê nedin komkujiyên din. Bi hişmendiya hesabpirsîn faşîzma AKP-DAIŞ dakevin kolanan, bi her amûr û rêbazî ve xwe biparêzin.

An na wê desthilatî amadekariyên komkujiyên nû berdewam bike. Êşên gelê Kurd û Tirk yek in, divê berxwedana wan jî hevpar be. Em bejna xwe li ber mirovên me yên li Enqereyê hatine qetilkirin ditewînin… Her guleyek me, her çeperekî berxwedanê wê ji bo xeyalên wan ê azadiyê bin.

Em bang li çîna xwe ya karkeran, kedkaran, kesên tên pelçiqandin û gelan dikin ku li hember terora faşîst a AKP-DAIŞ’ê bibin yek û hesap bipirsin!”