Komkujiya Enqere li Wanê hat protestokirin
Kesên di komkujiya duh a Enqereyê de rizgar bûn li Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Kesên di komkujiya duh a Enqereyê de rizgar bûn li Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Kesên di komkujiya duh a Enqereyê de rizgar bûn li Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Kesên di komkujiya duh a Enqereyê de rizgar bûn vegeriyan Wanê. Koma vegeriya Wanê li ser Cadeya Cumhuriyet ji aliyê Hevseroka DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn, Hevseroka HDP’a Wanê Derya Hayva, parlamenterên HDP’ê yên Wanê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi sedan kesan hatin pêşwazîkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Rêveberê Egîtîm-Sen a Wanê Ozgur Çelîkkalelî yê daxuyanî xwend got ku ji bo hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, 12-13’ê Cotmehê li tevayî Tirkiyeyê wê biçin grevê.
Çelîkkalelî got: “Em xemgîn in, bi hêrs in, di şînê de ne û di îsyanê de ne. Bila kesek ji me re nebêje kiryarê vê komkujiyê ne diyar e. Em bombeyan nas dikin."
Piştî daxuyaniyê girseya cade li çûnûhatinê girt dirûşmên ‘Qatil Erdogan’, ‘Dewleta Qatil wê hesab bide” qîr kir.