Di çalakiyên gerîlayan de gelek leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê 9’ê Cotmehê li hember artêşa Tirk a li Girê Şehîd Hozan a girêdayî qada Bînbîr çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê 9’ê Cotmehê li hember artêşa Tirk a li Girê Şehîd Hozan a girêdayî qada Bînbîr çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin. Li Dêrsimê jî di çalakiya li qada Best herî kêm 5 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand ev agahî parve kir: “10’ê Cotmehê saet 18.00’an tîmeke me ya gerîlayan li hember stasyona bazê ya Turkcell a li nêzî gundê Geman a li ser xeta sînorê herêma Xakurkê çalakiyeke sabotajê pêk anî, di çalakiyê de stasyona bazê hat îmhakirin.

10’ê Cotmehê saet 20.30’an hêzên gerîlayên me dema rêya ketina navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê kontrol dikirin, 2 wesayîtên Tedaşê sekinandin, ajokarên wê hişyar kirin û serbest berdan, 2 dûrbînê rojê û kompîterek di wesayîtê de desteser kirin, piştre jî wesayît bi şewitandinê ve îmha kirin.

9’ê Cotmehê saet 14.00’an hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC ya li nêzî Girê Şehîd Hozan ê girêdayî herêma Bînbîr a navçeya Gever a Colemêrgê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 5 leşkerên ji mesafeyek nêz ve bûn hedef hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê bi hawanan û bombeyên mîsket ve bomberdûman kir.

LI HEMBER QEREQOLA OREMARÊ ÇALAKÎ

10’ê Cotmehê saet 12.40’an tîmek gerîlayê me li hember qereqola Oremarê ya li xeta sînorê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.

Xwediyê wesayîta ku erzak û xebatkar ji qereqola Bîlîcanê ya li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dibir, gelek caran hatibû hişyarkirin. Xwediyê wesayîtê vê rewşa domand li ser vê jî hêzên gerîlayên me 10’ê Cotmehê saet 18.00’an ajokar binçav kirin, wesayît jî şewitandin.

8’ê Cotmehê saet 10.50’an hêzên gerîlayên me li hember wesayîtek leşkerî ya tîpa Reo, li ser rêya navbera qereqolên Kale yên Hîsar û Tepê Nîvar ên girêdayî gundê Elemûn a li xeta sînorê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hate îmhakirin, 1 jê çawîşê pispor, 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.

LI HEMBER QEREQOLA BÎLÎCANÊ ÇALAKIYA HAWANAN

10’ê Cotmehê saet di navbera 08.00-11.00’an de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Bîlîcan a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek bi çekên hawanê pêk anîn. Di vê çalakiyê de hêzên gerîlayên me li avahiya qereqolê û çeperekê dan; dûman ji avahiya qereqolê rabû û çeper bi temamî hat îmhakirin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolê, herêmên Şehîd Baran, Dola Şehîd Ayten û derdorên wan da ber obus û hawanan.

10’ê Cotmehê saet 07.00’an hêzên gerîlayên me li hember girê Meşkanê yê girêdayî Colemêrgê çalakiya sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.

10’ê Cotmehê saet di navbera 18.00-19.30’an de artêşa TC, qada mertalên zindî û Şehîdgehê ya li herêma Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê, da ber hawanan.

10’ê Cotmehê saet 06.50’an yekîneya gerîlayê me ya Şehîd Rûken li hember wesayîtek polîsên li taxên sûka Yenî Hal û Baglar a girêdayî navenda Amedê dewriye digeriya, çalakî li dar xist. Wesayît bi çekên ferdî ve hate hedefgirtin, hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin, li gor agahiyên hate bidestxistin leşkerek miriye. Piştî çalakiyê tîma me bi saxlemî vegeriya bargehên xwe.

LI DÊRSIMÊ PIŞTÎ ÇALAKIYA GERÎLA OPERASYON

10’ê Cotmehê di çalakiya li herêma Best (Geyîksûyû) a 30 km dûrî navenda Dêrsimê de bi zelalî 5 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî hatin birîndarkirin. Operasyona artêşa TC dabû destpêkirin, danê nîvro bê encam vekişiya. Dema operasyon vedikişiya, hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.

9’ê Cotmehê saet 23.00’an 2 hevalên me li qada Sîneklî ya gundê Rezîp ê girêdayî Semsûrê dema li wezîfeyê bûn, li kemîna leşkeran rast hatin. Gerîlayên me ev kemîn ferq kirin û pevçûnê rû da. Di pevçûnê de gerîlayekî me şehîd ket, gerîlayê me yê din bi saxlemî gihişt yekîneya xwe.

Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd ev in:

Nasnav: Bawer Botan

Nav - Paşnav: Vedat Çakır

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayikê - Bav: Cahîde – Îsa

Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Cotmehê 2015 / Semsûr”

...