Akgul li Sertê ji aliyê hezaran ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Şehîdê Aştiyê Ridvan Akgul ku di komkujiya li Enqereyê de hat qetilkirin, li Sêrtê ji aliyê hezaran ve hat definkirin.

Şehîdê Aştiyê Ridvan Akgul ku di komkujiya li Enqereyê de hat qetilkirin, li Sêrtê ji aliyê hezaran ve hat definkirin.

Cenazeyê Şehîdê Aştiyê Rıdvan Akgul ku li Enqereyê di komkujiya li dijî mîtînga aştiyê de hat qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve li Sêrtê hat definkirin. Cenazeyê Akgul, li Petrola Çiçek ji aliyê wekilên HDP'ê û girseyek mezin ve hat pêşwazikirin. Ewil cenazeyê Akgul anîn Sêrtê. Li vir polîsan pêşiya cenaze girt destûr nedan ku cenaze têkeve nava bajar. Cenazeyê Akgul di Rêya Derdorê re anîn Mizgefta Şeyh Musa li vir wecibeyên olî pêk anîn. Li vir merasîm pêk hat. Bavê Rıdvan Akgul Aziz Akgul, diyar kir ku ev şehîdê me hemûyan e ew ê li şehîdên xwe xwedî derkevin.

Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetin jî sersaxî ji malbatê xwest û ani ziman ku AKP'ê êrîşî aştî û demokrasiyê kiriye. Piştî axaftinan cenazeyê Ridvan Akgul bi girseyî defin kirin. Sibê dê li taxa Kooperatifê mala sersaxiyê bê vekirin û sersaxiyan qebûl bikin.