Li Sûrê zaroka 9 salî hat qetilkirin

Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Amedê, der barê dorpêçandina navçeya Sûrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku zaroka bi navê Hêlîn Şen a 9 salî hatiye qetilkirin û dorpêçî jî dewam dike.

Rêxistina DBP'ê ya Amedê diyar kir ku dorpêçiya navçeya Sûrê û êrîşa polîsên Tirk a li hemberî gelê navçeyê dewam dikin û bang li gel kir ku biherike navçeya SÛrê.

DBP'Ê BANG LI GEL KIR KU BIHERIKE NAVÇEYA SÛRÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên li navçeya me Sûrê ku ji duh bi şev û vir ve dewam dike, îro danê sibehê dijwar bûn. Di van êrîşan de zaroka 9 salî Hêlîn Şen, ji ber 3 guleyên li serî ketî, jiyana xwe ji dest da. Polîs li navçeya Sûrê, êrîşa xwe ya li hemberî welatiyên me yên sivîl, gav bi gav zede dike. Li Sûrê, di her kêliyê de komkujiyeke mezin dikare rû bide. Ji bo pêşîgirtina li komkujiyeke gengaz, em bang li gelê xwe dikin ku bi lezgînî û hema niha, biçe navçeya Sûrê."