Polîs li Kolanên Sûrê bombeyan bi cih dikin
Li navçeya Sûrê ku qedexeya kolanan û OHAL didome, polîs dikevin kolanan û bombeyan di kolanan de bi cih dikin. Polîs bi zorê dikevin malan û welatiyan bi lêdanê binçav dikin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî biryara Walîtiya Amedê qedexeya kolanan û êrîşên tîmên taybet ên li taxan didome. Tîmên taybet dikevin kolanên nava taxan û bombeyan bi cih dikin. Welatiyên taxê diyar kirin ku tîmên taybet ku dikevin kolanan teqemeniyan li pey xwe bi cih dikin û derdikevin. Welatiyê ku nexwest navê xwe bide anî ziman ku tîmên taybet ku ketin kolanê li ber deriyê wan madeya girover û serê wê dûj û rengê wê reş danîn û çûn. Welatî, da zanîn ku piştî ji kolanê dûr dikevin gule davêjin û wê maddeyê diteqînin.
Welatî da zanîn ku hin maddeyan jî kom dikin û bi xwe re dibîn.
Li aliyê din tîmên taybet bi zorê bi ser malan de digirin û welatiyan bi zorê binçav dikin. Polis li tax û kolanên ku parastin tune bi zorê dikevin malan û welatiyan bi lêdan û zorê binçav dikin û dibin.