PDK’ê li gelek navendan şaxên xwe girt
Ji ber protestoyên li Başûrê Kurdistanê PDK’ê li bajarên Silêmaniyê, Helepçe û herêmên wek Germiyan şaxên xwe radestî hêzên ewlekariyê kir.

Berpirsê buroya şaxa 12. a PDK’ê Fazil Beşaretî bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser daxwaza navenda giştî ya PDK’ê biryar girtin ku hin avahiyên girêdayî şaxa 12. radestî hêzên ewlekariyê bikin û vala bikin. Beşaretî anî ziman ku avahiyên şaxên navçeyên Seyîd Sadiq, Pêncwên û bajarokên Xurmal, Biyare, Nalperêz û Germîk radestî hêzên ewlekariyê kirine û vala kirine.
Fazil Beşaretî di daxuyaniya xwe de got ku şaxên xwe yên li Şilêr, Seyîd Sadiq Xurmal, Hewreman, Şarezûr, Warmawa, Pêncwên, Germîk û Nalparêz, radestî hêzên ewlekariyê yên li Şarezûr, Seyîd Sadiq û Pêncwên kirine û parastina van şaxan êdî di berpirsyartiya wan de ne.
Berpirsê buroya şaxa 12. a PDK’ê Fazil Beşaretî her wiha diyar kir ku ji Waliyê Helepçe têkildarî parastina avahiya xwe ya li bajêr garantî girtine, şaxa xwe ya li Helepçe vala nekirine, heta rewşa li herêmê asayî nebe wê venegirin.