Protestoyên li Başûrê Kurdistanê zêde dibin, li Şarezûrê gel berê xwe da avahiya PDK'ê

Nerazîbûna gelê li Başûrê Kurdistanê ya li hemberî krîza siyasî û aborî zêde dibe. Gel nerazîbûna xwe bi êrîşa li hemberî avahiyên partiyên siyasî nîşan dide.

Nerazîbûna gelê li Başûrê Kurdistanê ya li hemberî krîza siyasî û aborî zêde dibe. Gel nerazîbûna xwe bi êrîşa li hemberî avahiyên partiyên siyasî nîşan dide. Li Şarezûr û Warmave, avahiyên PDK, Partiya Yekîtiya Îslamî û hikûmetê bûn hedefa xwepêşandêran.

Li navçeya Silêmaniye Şarezûrê, gel îro jî daket qadan. Girseya gel, ji krîza siyasî û aborî ya li herêmê, hikûmeta herêmê berpirsyar dibîne û êrîşî avahiyên partiyên siyasî û saziyên hikûmetê kir.

Hat ragihandin, ku ji bo pêşî li êrîşan were girtin, hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê hatine veguhastin, lê gel hewl dide bendên polîsan rake.

Li gorî agahiyan li heman navçeyê, gel bi keviran êrîşî avahiyên Partiya Yekîtiya Îslamî û gelek avahiyên hikûmetê kiriye û aloziya li herêmê dewam dike.