Li Şengalê 10 çete hatin kuştin
Hêzên YBŞ’ê operasyona li hember çeteyên DAIŞ’ê li Geliyê Şilo didomîne. Di encama operasyona hêzên YBŞ’ê de 10 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di encama operasyona li hember DAIŞ’ê ya li Geliyê Şilo de 10 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Êvara 9’ê Cotmehê yekîneyên me yên berxwedêr li hember girê ser gundê Meydana danê sibê saet 07.00-08.00’an dest bi çalakiyê kir. Li vir 2 çete hatin kuştin, di pevçûnê de şervanekî me şehîd ket.
10’ê Cotmehê di nav gundê Meydana de li hember 2 wesayîtên çeteyan ên di nav gund de di nav tevgerê de bûn bi çekên giran hatin derbkirin. Li nuqteyek din a gund jî 2 çete di encama çalakiya sûîqestê de hatin kuştin.
10’ê Cotmehê danê sibê saet 05.00’an nêzî gundê Meydana çeteyan xwestin êrîşekê pêş bixin, di navbera yekîneyên me yên berxwedêr û çeteyan de pevçûnên dijwar rû dan. Derbeyên giran li tevgera çeteyan hatin xistin, 4 cenazeyên çeteyan demek dirêj di bin kontrola yekîneyên me yên berxwedêr de man.
10’ê Cotmehê li herêma ser gundê Meydana bi çeteyên di nav tevgerê de pevçûnê rû da û li vir 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Di pevçûnan de bi zelalî 10 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.”