Polîs li Sûrê êrîş dikin gel di nav berxwedanê de ye

Li navçeya Sûrê ya Amedê di roja duyemîn a qedexeya kolanan de tîmên taybet bi çekên giran êrîşa xwe didomînin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di roja duyemîn a qedexeya kolanan de tîmên taybet bi çekên giran êrîşa xwe didomînin û kesên êrîşan organîze dikin ekîba taybet a ku di komkujî û înfazên bihurî de jî cih girtin ên wesayîtên Ford Range ên reş bikar tînin.

Di salên 90'î de li Kurdistanê di cînayetên kiryar nediyar de wesayîtên Toros dihatin bikaranîn û di hişên Kurdan de cih girtin vê carê jî Ford Range tên bikaranîn. Piştî li Cizîr, Farqîn, Bismil, Kerboran, Nisêbîn û Silopiya êrîşî gel kirin vê carê ji li navçeya Sûrê ya Amedê heman ekîb û wesayît hatin dîtin. Duh di seatên êvarê de gelek wesayîtên spî û reş ên Ford Ranger li naçveya Sûrê hatin dîtin û polîsên tax dorpêç kirin koordîne dikirin.

DI OPERASYONÊN ÎNFAZÊ DE CIH DIGIRIN

Wesaytîên Ford Ranger piştî li Kurdistanê şerê taybet xistin dewreyê di êrîş û înfazên li hemberî gel de li gelek bajaran di operasyonan de cih girtin. Herî dawî li navçeyên Peyas û Rezan ên Amedê yên ku di 4'ê Cotmehê de ciwanên bi navê Omer Koç (16) û Rezan Kaya (20) û di 7'ê Cotmehê de jî li Taxa 5 Nîsan jina bi navê Taybet Cansi înfaz kirin hatin dîtin û di wan operasyonan de cih girtibûn.