Li Amedê bi deh hezaran komkujî protesto kirin
Bi deh hezaran Amedî, bi boneya komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar bikin, daketin qadê û dirûşma "Qatil Erdogan" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin.
Bi deh hezaran Amedî, bi boneya komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar bikin, daketin qadê û dirûşma "Qatil Erdogan" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin.
Bi deh hezaran Amedî, bi boneya komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar bikin, daketin qadê û dirûşma "Qatil Erdogan" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Girse meşiya qada 5 Hezîranê ku komkujî lê pêk hatibû. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, bi gotina "Ey Anatoliya îro êşa me yek e" bang li gelên Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Ji bo em tola 120 bedenên li Enqereyê perçe bûn hilînin em bibin yek beden û yek deng." Girse piştî daxuyaniyê xwestin bimeşin Navçeya Sûrê û rastî astengiya polîsan hatin.
Bi banga KCD, HDP û DBP'ê bi deh hezaran Amedî, bi boneya komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar bikin, li Parka Koşuyolu kom bûn û meşiyan. Girsê di meşê de pankarta "Li gel her tiştî aştî" vekirin û heta qada 5 Hezîranê ya Îstasyonê ku li dijî mîtînga HDP'ê komkujî pêk hatibû meşiyan. Girsê di meşê de dirûşmên "Dewleta qatil dê hesab bide" berz kir û meşiya. Di meşê de Hevserokên KCD, DBP, wekilên HDP'ê, endam û rêveberên DBP û HDP'ê Hevşeredarên Bajarên mezin û navçeyan, rêveberên ÎHD û hevparên KESK'ê jî di navde deh hezaran kes amade bûn. Di meşê de girsê bê navber dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Qatil Erdogan" û "Li her derê berxwedan, Her der Sûr" berz kirin. Dîsa manşetên çapemeniya azad ku komkujî kiribûn manşet vekirin.
'TI HÊZ NIKARE VÎNA KURDAN BIŞKÎNE'
Girse piştî gihişt qada 5 Hezîranê ku li dijî mîtînga HDP'ê komkujî pêk hatibû û li vir daxuyanî da çapemeniyê. Girsê berî daxuyaniyê bi yek dengî sirûda "Çerxa şoreşê" xwend û rêz girtin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek, diyar kir ku li gelek Bajarên Kurdistanê li dijî gel êrîş pêk tên û wiha got: "Gelê Amedê dê kujeran li qada Îstasyonê bixeniqînin. Bi armanca vîna gelê Kurd bişkînin van êrîşan pêk tînin. Lê ti hêz nikare vîna gelê kurd bişkîne. Berxwedan jiyan e."
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî komkujî şermezar kir û wiha got: "Em dîsa dibêjin ji înada wan re em dê di biratî û aştiyê de israr bikin. Ew her roj me qetil bikin jî em dê dîsa têkoşîna aştî, demokrasî û biratiyê bimeşînin. Ew her ku me bi tang û topan qetil bikin jî em dê bêtir li xeyalên azadiyê bigerin û bêtir têkoşîna aştî û azadiyê bidin. Em bang li Gelê Anatoniyê jî dikin û em dibêjin Ey gelê Anatolê îro êşa me yek e. Hişmendiya ku li Amed û pirsûkê komkujî pêk anî û hişmendiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê komkujî pêk anî heman kes in. Ji bo em tola 120 bedenên li Enqereyê perçe bûn hilînin em bibin yek beden û yek deng."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî axivî û komkujî şermezar kir.
Girse piştî daxuyaniyê xwestin bimeşin Navçeya Sûrê û rastî astengiya polîsan hatin. Piştî êrîşa polîsan girsê jî bersiv da û pevçûn derket. Pevçûn didome.