Yuksekdag: AKP 1’ê Mijdarê wê di bin şerê qirêj de bimîne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Bagcilar bi gel re hat cem hev got ku AKP 1’ê Mijdarê wê di bin şerê qirêj ê meşandiye de bimîne.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Bagcilar bi gel re gat cem hev got ku AKP 1’ê Mijdarê wê di bin şerê qirêj ê meşandiye de bimîne.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Qada Yenî Mahalle ya Bagcılar a Stenbolê bi gel re hat cem hev. Namzetên HDP’ê yên Parlamenteriyê Garo Paylan, Beyza Ustun û Suleyman Turan jî di nav de gelek kes amade bûn. Yuksekdag a li vir xîtabî gel kir diyar kir ku li hember şerê Qesrê hêza berxwedana gel mezin bûye.

Yuksekdag got: "Her yek ji me bi destên xwe hêviyek mezin afirand, vaye kesên hilbijartina 1’ê Mijdarê ferz kirin ji vê hêviya mezin tirsiyan. Hûn ê qet nikaribin serî li mirovatiya mezin a rabûye ser piyan deynin. Me 7’ê Hezîranê çawa qezenc kir, em ê dîsa qezenc bikin.” Yuksekdag anî ziman ku li hember şerê Qesrê hêza berxwedanê ya gel mezin bûye û got: “1’ê Mijdarê wê dîsa mirovatiya mezin qezenc bike.”

Yuksekdag got, “Me di 7’ê Hezîranê de soz da, em ser ketin, îro em ê dîsa soz bidin.” û axaftina xwe wiha berdewam kir: “1’ê Mijdarê em ê mezintir, xurttir bi ser kevin. Yên dixwazin di 1’ê Mijdarê de me di bin şer de bihêlin, em ê wan di bin îradeya xwe ya aştiyê de bihêlin. Ew ê dîsa dîsa di bin aştiyê de bimînin. Ew ê di bin vî şerê ku bê maf û qirêj meşandin de bimînin.”

Yuksekdag destnîşan kir ku AKP’ê xwest bi hîleyan ve encamên hilbijartinan biguherîne, bi girtinan ve difikirin ku wê karibin HDP’ê bisekinînin, lê wê xeyalên AKP’ê tevahî hilweşe. Yuksekdag bi bîr xist ku di 2009’an operasyonên KCK’ê de zêdetirî 10 hezar kes girtin, lê şûna wan 20 hezar kes tevlî xebata bûn û wiha axivî: “Piştî van operasyonan gelê me wan li her derê paqij kir, tine kir. Bila kesên ku li Bagcilarê avahiya HDP’ê şewitandin baş zanibin, wê dîrok dîsa dubare bike, em ê careke din serketinek dîrokî bi dest bixin.”

Yuksekdag anî ziman ku di dema ku dixwazin mirovatiyê bilind bikin de hinek li Şirnexê mirovatiyê bi erdê re dikişînin û got: “Kesên dixwazin gelê me bi tirsê ve dorpêç bikin em ji wan re dibêjin, ti çek nikare tirsa we veşêre.”

Yuksekdag herî dawî ewlehiya sindoqan bi bîr xist û bang kir ku bila her kes li sindoqan xwedî derkevin.