'Pêwîst e gel xwe biparêze'

Civînên xwerêveberiyê li Dêrsimê berdewam kirin. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinên DBP’ê Gul bal kişand ser berxwedana Dêrsimê û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ayna destnîşan kir ku pêwîst e gel xwe biparêze.

Civînên xwerêveberiyê li Dêrsimê berdewam kirin. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinên DBP’ê Gul bal kişand ser berxwedana Dêrsimê û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ayna destnîşan kir ku pêwîst e gel xwe biparêze.

Civînên ji aliyê DBP, KCD û KJA’yê ve tên organizekirin û bi pêkhateyên xwecihî ve tên niqaşkirin, îro jî li Dêrsimê berdewam kir. Civîna li Salona Konferansa Şaredariya Dêrsimê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna, Berdevka Meclîsa Jinên DBP’ê û endama Desteya Rêveber a Navendî Fatma Gul, endamê KCD'ê Îrfan Babaoglû, Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu, Edîbe Şahîn û hevşaredarên navçe û bajar ê Dêrsimê jî tê de gelek nûnerên saziyên li bajêr û şêniyên bajar tevlî civînê bû.

BÛL: DÊRSIMÊ SERÎ NETEWAND Û NATEWÎNE

Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl axaftina vekirinê kir û got ku di dîrokê de li hember Dêrsimê gelek komkujî pêk hatine û bi têkoşîna azadiya Kurd ve Dêrsim vegeriyaye cewhera xwe. Bûl diyar kir ku xweseriya demokratîk li gor xwezaya Dêrsimê ye û wiha berdewam kir: “Li Dêrsimê bi çanda Elewî Kizilbaş Kurdan ev modela xwesertiyê jiyane û di dîroka xwe de li hember tinekirinan û komkujiyan ti caran serî netewandiye, natewîne jî.”

GUL: XWERÊVEBERÎ JI BO JINÊN KURD ŞANSEKE MEZIN E

Berdevka Meclîsa Jinên DBP’ê û endama Desteya Rêveber a Navendî Fatma Gul bal kişand ku gelê Kurd di pêvajoyek krîtîk re derbas dibe û got ku dest ji xwerêveberiyên hatine îlankirin bernadin û paşve gavan navêjin. Gul destnîşan kir ku dema Dêrsim tê gotin destpêkê berxwedan tê bîra mirov û wiha axivî: “Dîroka Dêrsimê bi berxwedanê hatiye hûnandin. Pêşengiya berxwedanê jî jinan kiriye. Em Zarîfeyan, Besêyan, Zîlanan, Sarayan ji bîr nakin.”

Gul, diyar kir ku di nav tevgera azadiya Kurd û xwerêveberiyan de jin xwedî roleke mezin in, li bajarên xwerêveberî hatine îlankirin jî jin tenê vê dibêjin, “Li van deran jinek jî bimîne, pêl cenezayên me jî bikin, li erdê kaş jî bikin, em têkoşîna xwe bernadin.”

AYNA: XWEPARASTINA GEL MAFÊ HERÎ XWEZAYÎ YE

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna got ku tişta mirov dike mirov azadî ye û ev jî tê astengkirin û wiha domand: “Gel bixwaze îradeya xwe deyne holê, kes nikare bibe asteng. Kes nikare dengê xwe bike. Dibêjin xwe neparêzin, ev mafekî herî xwezayî yê hebûnê ye. Ti naxwaze mirovek xwe biparêze. Gelo ev tê qebûlkirin? Pêwîst e gel xwe biparêze.”