Li ber Parlamenta Swêdê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Komek ji Kurdistaniyan, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî, duh êvarê li ber Parlamenta Swêdê çalakiyek lidar xistin.

Koma ku bi giranî ji jinan pêk dihat, li ser pira li nêzî parlamentê civiya, wêneyên Ocalan û pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statuya siyasî" hilgirt û li dora vê pankartê find pê xistin.
Çalakgeran belavokên bi sernavê "Ji Ocalan re azadî" li mirovên ji ber parlamentê derbas dibûn bileva kirin û dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statuya siyasî" qîriyan.
Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin, ku Erdogan û desthilatdariya AKP'ê bi destpêkirina şerê li hemberî Kurdan re bersiv dane pêvajoya aştiyê ya Ocalan da destpêkirin û hat destnîşankirin, ku hemû Kurdên li çar aliyên cîhanê, Ocalan weke yekane rayedarê dikare li ser navê wan muzakereyê bike, qebûl kirine. Çalakgeran xwestin, Ocalan tavilê serbest bê berdan.
Li dû axaftinan, Kurdistanî û dostên wan, gulên bi xwe re anî bûn, bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" berdan nava deryayê.
KOMPLOYA LI HEMBERÎ OCALAN WÊ ÎRO LI STOCKHOLMÊ WERE ŞERMEZARKIRIN
Komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê îro li Stockholmê bi xwepêşandaneke girseyî were şermezarkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê bi daxuyaniyekê ragihand ku hikûmeta AKP'ê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye, bombeyan li Kurdistanê dibarîne û li hemberî gelê Kurd şerekî tinekirinê yê topyekûn daye destpêkirin. Navendê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku îro saet di 16:30 de li Parka Humlegardenê amade bin û komployê şermezar bikin.