Li Rojava protestoya komploya navneteweyî

Bi sedan welatiyên Girkê Legê û bajarê Dêrikê Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Ocalan şermezar kirin. Her wiha Şaredariya Gel a Tirbespiyê û Yekîtiya Star a Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina komployê daxuyanî dan.

Bi sedan welatiyên Girkê Legê û bajarê Dêrikê Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Ocalan şermezar kirin. Her wiha Şaredariya Gel a Tirbespiyê û Yekîtiya Star a Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina komployê daxuyanî dan.

Bi rasthatina 17’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kiribû, li tevayî Rojavayê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirina vê komployê tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de welatiyên Girkê Legê û Dêrikê xwepêşandan li dar xistin. Her wiha Şaredariya Gel a Tirbespiyê û Yekîtiya Star a Kantona Efrînê tecrîda li ser Rêber Ocalan bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Girkê Legê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Karên Hundir Kenaan Berekat, nûnerên saziyên civaka sivîl û bi sedan welatiyên bajarê Girkê Legê, bajarokên Çilaxa, Tilkoçer, Rimêlan û gundên Aliyan ên ji hemû pêkhateyan beşdar bûn.

Xwepêşandan ji qada Azadî ya bajarê Girkê Legê destpê kir û di nava kolanên sereke ya bajêr re geriya. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên bi zimanên Kurdî û Erebî “Azadiya Rêber Apo, misogeriya azadiya gelan e.”, “Bijî serhildana Bakurê Kurdistanê.” û “Em komploya 9’ê Cotmehê li dijî Rêber Apo şermezar dikin.” bilind kirin. Her wiha dirûşmên banga azadiya Rêber Ocalan diqîriyan û berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin.

Di dawiya xwepêşandanê de  Rêzan Gulo der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd  Ocalan de axivî û bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev hêzên komploker bi hemû hêza xwe hewl didin destwerdana Rojhilata Navîn bikin, komploya xwe li dijî Rêber Apo destpê kirin.”

Gulo di axaftina xwe de wiha got: “Baweriya gelê Kurd bi fikr û felsefeya Rêber Apo israra wê di şoreşa azadiyê de û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê zêde kir. Ev destketiyên di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin, nîşana têkçûna komploya li dijî Rêber Apo ne.”

Gulo di dawiya axaftina xwe de got ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû hêza xwe piştgiriya şoreşa Bakurê Kurdistanê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Ocalan ve girêdayî ye.”

Di xwepêşandanê de her wiha Rêvebera Yekîtiya Star a herêma Girkê Legê Şevîn Rustem axivî û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em wekî gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd, heta Rêber Apo rizgar dibe, em ê têkoşîna xwe li ser fikr û felsefeya wî têkoşîna xwe bidomînin û asta xebatên xwe ji bo azadiya Rêber Apo û jinan bilind bikin.”

Xwepêşandan bi dirûşmên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî di heman çarçoveyê de TEV-DEM’ê xwepêşandanek organîze kir. Di xwepêşandanê de endamên navenda û saziyên civaka sivîl ên bajêr, şervanên YPG/YPJ’ê, Hêzên Xweparastinê, Hêzên Asayîşê û bi sedan welatiyên bajêr, deverên Berav û Koçeran beşdar bûn.

Girseya gel li Meydana Azadiyê kom bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kurdî bilind kirin.

Xwepêşandêr di nava kolanên bajêr re geriyan û dirûşmên banga azadiya Ocalan qîriyan û berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê silav kirin. xwepêşandêr li qada Şehîdan rawestiyan. Li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê, Seroka Desteya Darayî Remziye Mihemed li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî û komploya li dijî Ocalan şermezar kir. Remziye di axaftina xwe de got ku fikr û felsefeya neteweya demokratîk a Ocalan hişt ku hêzên tarî û komployekê li dijî wî destpê bikin û rê li pêşiya azadiya gelan bigirin.

Remziye di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên komploger nikaribûn ku Ocalan ji gel cuda bikin û got ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe gel wê têkoşîna xwe bidomîne.

Remziye di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî gelê Kurd û diyar kir ku ev êrîşên çeteyan beşekî ji komployê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vîna azad a gelê Kurd û girêdana wê bi felsefeya Rêber Apo ve pêkanîna azadiyê û têkbirina komployê misoger dike.”

Di xwepêşandarê de her wiha Rêveberê TEV-DEM’ê Aras Kardox axivî û wiha got: “Eger tevahî Kurdistanê rizgar nebe û fikra demokrasiyê û biratiya gelan belav nebe, em nikarin bêjin komploya li dijî Rêber Apo ku nûnertiya azadiya gelên azadîxwaz û demokrasiyê li Rojhilata Navîn dike, bi dawî bûye. Kesek nikare roja me tarî bike.”

Di dawiya xwepêşandanê de helbestvanê gelêrî Mihemed Ebdilezîz helbestek der barê Ocalan de xwend û welatiyan bi dirûşman dawî li xwepêşandana xwe anîn.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê jî bi heman boneyê endamên Şaredariya Gel daxuyaniyek li pêşiya navenda şaredariyê ya bajêr xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Şaredariyê Cewahir Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de destpêkirina komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî hate şermezarkirin. Her wiha hate diyarkirin ku gelê Kurd bi hemû nirxên mirovahiyê ve girêdayî ye û wê heta dawî li dijî hovîtiya AKP’ê li ber xwe bide.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin: “Em wekî endamên Şaredariya Gel li bajarê Tirbespiyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kiriye bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz dikin ku asta têkoşîna xwe li dijî komplogeran bilind bikin.”

KANTONA EFRÎNÊ

Bi heman armancê Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Efrînê daxuyanek da raya giştî  a cîhanê. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Star Şêrîn Hesen li pêşiya Navenda Yekîtiyê bi amadebûna dehan endamên rêxistinê û endamên jin ên komunan ku alên rêxstina Yekîtiya Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Komploya 9’ê Cotmehê nikare raman û felsefeya Ocalan têk bibe” rakiribûn, hate xwendin.

Şêrîn Hesen got: “Bi navê Rêxistina Yekîtiya Star em tecrîd û komploya navneteweyî ya li ser xelaskerê mirovahiyê, fîlozofê cîhanê û qasidê aştiyê Serok Abdullah Ocalan şermezar dikin.Tecrîda ku di 5’ê Nîsana 2015’an ji aliyê dewleta Tirkiye a faşîst ve li ser Rêber Apo yê ku ji bi hemû hêza xwe ji bo pêkanîna aştiyê û demokrasiyê kar kir, pêk tê.

Bi navê Yekîtiya Star em bi hemû hêza xwe li piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê dikin û  berxwedana wan silav dikin. Em hemû şehîdên ku bi xwîna xwe ya paqij destanên lehengiyê di dîrokê de nivîsandin bi bîr tînin û em dayikên şehîdan û aştiyê silav dikin. Em bang li hemû rêxistinên ku bi mafên mirovan bang dikin û ji xwe re dadê bingeh digirin, dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo tevbigerin.”