Hevşaredarê Îdirê û 8 bijartî hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê îro jî li Îdirê dewam kirin. Hevşaredar Şaziye Onder jî di nav de 9 bijartiyên DBP'yî hatin binçavkirin.

Li Îdîrê polîs û leşkeran li navenda û navçeya Tozan û bajarokê Xoşxeber bi ser malan de girt. Di encama operasyona polîs û leşkeran de Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozan Mehmet Gultekîn, Hevşaredarê Bajarokê Xoşxebar Alî Çam, Evserokê Meclîsa Giştî ya Bajar A. Kadir Özsular, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Îdîrê yê berê Zübeyde Kaynar, endamên meclîsa şaredariyê Temur Kavli û Saniye Çark, Endamê meclîsa giştî M. Sıddık Kırang û Rêveberê DBP'ê yê Tozan Hüseyin Yiğit hatin binçavkirin.
Bijarteyên DBP'ê bi hinceta tevlî çalakiya mertalên zindî bûn hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tozan û Qereqola Jendermeyan a Bajar.