Ararat: Komploya navneteweyî bi têkoşînê re dikare were pûçkirin
Ararat got, "berxwedana topyekûn a li dijî êrîşan, avakirina welat û civakeke demokratîk bi gelan re û xwegihandina Rêberê me li xaka azad, wê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk were."
Ararat got, "berxwedana topyekûn a li dijî êrîşan, avakirina welat û civakeke demokratîk bi gelan re û xwegihandina Rêberê me li xaka azad, wê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk were."
Endama Koordînasyona KJK'ê Evîndar Ararat, der barê salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de axivî û got, "berxwedana topyekûn a li dijî êrîşan, avakirina welat û civakeke demokratîk bi gelan re û xwegihandina Rêberê me li xaka azad, wê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk were."
Ararat got, "Em dikevin sala 18'an a komployê. Bi vê wesîleyê, hemû hêzên di nava komploya navneteweyî de cih girtin, lenet dikim. Hemû hevrêyên di pêvajoya komployê de li dora Rêbertî civiyan û bi dirûşma 'hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakiya fedaî lidar xistin, di şexsê Şehîd Berwar û Şehîd Rojbîn de bi minetdarî bibîr tînim. Li pêşiya bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Her wiha hemû rêberên gelê welatparêz ên di pêvajoya komploya navneteweyî de li dora rêbertî, tevgera azadiyê û gel civiyan, di vê oxirê de berdêl dan û şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînim û dibêjim, ku ji niha û pê ve li ser bingeha azadiya rêber û gelê me em ê bersivê bidin."
Ararat bibîr xist ku komplo dikeve sala 18'an û anî ziman ku ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in di bin mercên tecrîdê û îşkenceya giran de, ji bo wan cihê rexnedayîna mezin e û got, "Hînê têknebirina sîstema Îmraliyê, li xaka azad negihandina hev a Rêbertî û gelê me, ji bo me mijara rexnedayînê ye. Di heman demê de sedema herî mezin a têkoşîna me ye."
Ararat ragihand ku armanca bingehîn a komployê, bi dîlgirtina Ocalan re parçekirina tevgerê bû û got, "Ji xwe emrekî ji 6 mehan ji bo PKK'ê diyar kiribûn. Li gorî hesabê wan, PKK wê parçe bibûya, gelê Kurd bê rêber bima. û mîna raperînên berê bihata tepisandin, gel teslîm bihata girtin. Armanc ev bû. Lê vê yekê jî nîşan da, ku di nava 18 salan de girêdana gel bi Rêberê me re xurttir bû. Gel û tevgera me hîn bêhtir xwe li dora Rêberê me civand û bi awayekî radîkal, dînamîk û aktîf cihê xwe dinava têkoşîna bilindkirina berxwedana Îmraliyê de girt. Ti carî hêviya xwe ya azadiyê winda nekir. Yekparetiya Rêbertî, tevger û gel, xwe nîşanî tevahiya cîhanê da."
'HIŞMENDIYA KURD LI DORA PKK Û RÊBERTÎ BI RÊ VE DIÇE'
Ararat anî ziman ku avakirina kantonan li Rojava, avakirina sîstema xwerêveberî, rêveberiyên herêmî ji bo gelên Rojhilata Navîn modela çareseriyê ye û destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan jî îlanên xwerêveberiyê, xweparastina Kurdên li derveyî welat ji asîmîlasyon û îstema modernîteya kapîtalîst, nîşan didin ku hişmendî û hebûna Kurdan li dora PKK û Ocalan bi rê ve diçe.
Ararat da xuyakirin, ku li Rojhilatê Kurdistanê, li dijî siyaseta qirêt û darvekirinê ya rejîma Îranê, sekna rêxistinbûyî ya gelê Kurd roj bi roj mezin dibe û got, "Gelê me ye li Başûrê Kurdistanê jî, tevî hemû hewldanên hêzên noker û partiyan ên ji bo dûrxistina gel ji PKK'ê, hînê li dora tevgera azadiyê û Rêber Apo dicivin. Ev yek nîşan dide ku hêzên komploger negihaştine armanca xwe, polîtîkayên xwe yên gemarî nebirine serî."
Ararat destnîşan kir, ku tevgera PKK'ê, berevajî bendewariyên ji hev belav bûnê, hîn bêhtir birêxistin bûye, zane bûye û li qada siyaseta Rojhilata Navîn veguheriye aktorekî bingehîn ku ji pirsgirêkan re dikare çareseriyê bibîe, ji projeyan re dikare pêşengiyê bike.
'HEWLDANÊN DAWÎ YÊN AKP'Ê'
Ararat di dewama axaftina xwe de ragihand ku gelê Kurd û tevgera azadiyê bi êrîşeke cidî ya ku ti pîvanên şer nas nakin û nêzîkatiyeke dûrî exlaq û wijdanê re rû bi rû ne û got, "Ev hewldanên wan ên dawî ne. Yanî, AKP li hemberî berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê, di nava hewldanên dawî yên xwerizgarkirinê de ye"
'HETA RÊBERÊ ME AZAD NEBE, GELÊ ME AZAD NABE'
Ararat bibîr xist ku nêzî 6 meh in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got, "Ev gelekî zelal e; heta Rêberê me azad nebe, gelê me azad nabe. Lewma hem berxwedana Rêberê me, hem jî berxwedana tevgera me, bi berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya li ser bingeha parastin û ragihandina xwerêveberiyan û berxwedana gelê me li her devera lê dijîn re bûye yek." Ararat destnîşan kir, ku ti hêz nikare bi polîtîkayên şer û tifaqên xwe yên gemarî, vê hêza berxwedanê têk bibin.
Ararat ragihand, ku divê gelê Kurd vê berxwedanê xurttir bike, li tevahiya Bakurê Kurdistanê û xaka Tirkiyeyê belav bike, sîstema xwe bi rêxistin bike û xwerêveberiyê xurt bike.
'GIRÎNG E JIN Û CIWAN PÊŞENGIYÊ JI VÊ RE BIKIN'
Ararat anî ziman ku divê jin û ciwan pêşengiyê ji vê yekê re bikin û got, "Çawa ku bi dirûşmeya 'hûn nikarin roja me tarî bikin' ciwan û dayik li hemberî komploya 98'an li dora Rêbertî civiyan, di vê pêvajoyê de jî pêwîste jin û ciwan, di şexsê Rojbîn û Berwar de, li dora Rêbertî bicivin, bi wî ruhî xwedî li Rêbertî derkevin, li hemberî mercên giran ên tecrîdê berxwedanê xurt bikin. Jin û ciwan timî bûn pêşengên berxwedanê. Di roja îro de jî li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê û li Ewropayê, jin û ciwan hem di avakirina sîstema demokratîk de pêşengiyê dikin, hem jî berxwedanê bilind dikin û sekneke têkoşînê ya radîkal nîşan didin. Ev têrê nake. Êrîşeke topyekûn heye. AKP û Erdogan bi destê çeteyên xwe hewl dide tevgera me bifetisîne, gelê me teslîm bigire. Di vê mijarê de têk çûne, ji ber ku têk çûne jî bi awayekî bêperwar êrîş dikin. Lİ hemberî êrîşa topyekûn, berxwedana topyekûn a li dijî êrîşan, avakirina welat û civakeke demokratîk bi gelan re û xwegihandina Rêberê me li xaka azad, wê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk were. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe, şehîdên xwe yên di pêvajoya komployê de bi rêzdarî bibîr tînin."