Polîsan êrîşî daxuyaniya DBP'ê ya Agiriyê kirin û di êrîşê li parlamenterên HDP'ê yên Agiriyê Berdan Oztruk û Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay derb kirin. Polîsan 3 welatiyên pankart hilgirtibûn binçav kirin.
Li Agiriyê polîsan êrîşî daxuyaniya DBP'ê ya bi şîara "AKP şer dixwaze. Em ê aştiyê ava bikin" hat dayîn kir, parlamenterên HDP'ê yên Agiriyê Berdan Oztruk û Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay derb kirin û 3 welatî binçav kirin. Di nava wan de parlamenterên HDP'ê Oztruk û Taşdemîr jî hebûn bi sedan welatî li ber avahiya DBP'ê ya Agiriyê kom bûn û bi hilgirtina pankarta "Em komployê şermezar dikin. Rêveberiya cewherî ya gel silav dikin" ber bi Duryana Xaçerêyê meşiyan. Polîsên li ber avahiya Navenda Kargeha Şaredariyê bend danîbûn pêşiya welatiyan girtin û nehiştin meşa xwe bidomînin. Piştî hevdîtinê li wir daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê DBP'ê yê Agiriyê Turan Çubuk diyar kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe maseya çareseriyê ji holê rakir.
'BEXWEDANA GELÊ ME WÊ BI SER BIKEVE'
Çubuk da zanîn ku Erdogan û AKP li hemberî gelê Kurdistanê şer daye destpêkirin û got ku ji berxwedanê pêvtir tu rêyeke din ji kurdan re nemaye. Çubuk anî ziman ku her roj tundiya li ser kurdan dijwartir dibe û wiha axivî: "Her roj tundî û operasyonên qirkirina siyasî bi dijwarî didome. AKP starta hilbijartinê li Giyandî bi kuştina 2 zarokan da. AKP hem starta hilbijartinê û hem jî ya şer da. Divê were zanîn ku tişttên ku waliyên OHAL'ê nikarîbû wê waliyên herêmên ewlehiya taybet jî nikaribin pêk bînin. Yê ku bi ser bikeve ev berxwedana rûmetê ya gelê me yeç Yên ku di 7'ê hezîranê de vîna gelê me nas nekirin, di 1'ê mijdarê de jî heman bersivê bidin wan."
PARLAMENTERÊN HDP'Ê HATIN DERBKIRIN
Piştî daxuyaniyê polîsan hewl da 3 welatiyên pankart hildabûn tevî pankartê binçav bikin û êrîşî welatiyan kirin. Polîsên ku bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin parlamenterên HDP'ê Ozturk, Taşdemîr û Hevşaredar Kubîlay derb kirin. Polîsan 3 welatiyên pankart hildabûn jî binçav kirin.
Piştî gengeşiyê polîsan her sê welatî birin Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.