Komploya navneteweyî li Wan, Amed û Êlihê hat protestokirin

Komploya navneteweyî di 18. salvegerê de li Wan, Amed û Êlihê hat protestokirin.

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di 18. Salvegerê de li Wan, Amed û Êlihê hat protestokirin.

WAN

Li Wanê bi pêşengiya aktivîstên KJA'yê li du taxan ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat meş hatin lidarxistin. Li Amedê jî bi heman armancê endamên KJA'yê daxuyanî dan çapemeniyê.

Li navçeya Sixkê ya Wanê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi beşdariya sedan jinan ji bo şermezarkirina Komploya 9 Cotmehê meş hat lidarxistin. Jinên ku li Mala Gel a Sixkê hatin ba hevdu û heya kuçeya Kahraman meşiyan, pankarteke ku li ser “Komploya ku li hember Rêbertiya me pêk hat em şermezar dikin, hûn nikarin Roniya me di Îmraliyê de bi cih bikin"dinivisî vekirin. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe”, “Bîjî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û ji bo şermezarkirinê dengê tililî û çepikan bilind bû.

'FIKRÊN OCALAN DI NAV GEL DE YE'

Piştî meşê parlamentera HDP'ê ya Wanê Tuba Hezer axivî û da zanîn ku komplogeran bi vê komployê armanc dikir ku Kurdan biqedînin. Hezar destnîşan kir ku li gel vê komployê berxwedana gel berdewam dike û wiha got: "6 meh in Ocalan di bin tercrîdê de ye. Lê fikr û ramanên Ocalan li çar parçeyê Kurdistanê di nav gel de ye."             

Meş bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

Li Taxa Şehît Firat a Artêmetê jî jin ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan û meş hat li dar xistin. Meş li cihê ku zarokê bi navê Vedat Balik hatibû qetilkirin destpê kir û heya ber avahiya Navenda Çandê ya Nûda berdewam kir. Di vê meşê de jî jinan pankarteke ku li ser “Ji Ocalan re azadî” dinivîsî hat vekirin û dirûşmên “Bîjî Serok Apo” û “Kujer dewlet dê hesab bide” hatin berzkirin. Namzeta HDP'ê ya Wanê Zozan Yelîz Yildirim li vir axivî û da zanîn ku ev komploya li hember gelê Kurd pêk hat negihişt armanca xwe.

AMED

Li Amedê saziyên jinan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya di 09'ê Cotmeha 1998'an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin li ber Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê heta li Taxa Hasirli ya navçeya Surê meşek li dar xist. Di meşê parlamenterên HDP'ê yên Amedê Nursel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp û Feleknas Uca jî tevlî bûn. Di meşê de pankarta "Em Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar dikin" hat vekirin û dowîzên, "Bijî Serok Apo", "Rêveberiya azad, xweseriya azad", "Ji Rêbertî re azadî jî Kurdistanê re statu", "Jin komploya navneteweyî şermezar dikin" hat hilgirtin. Dema ku meş destpê kirin jinan bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Surê" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Piştî meşê daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Bajar a KJA'yê Zubeyde Zumrut hat dayîn. Zumrut axivî û got ku dewletên navneteweyî xwestin di 9'ê Cotmehê de roja Kurdan tarî bikin. Zumrut, destnîşan kir ku lê ciwan û jinên Kurd ev êrîş û polîtîkayên qirêj qebûl nekirin û li hember derketin. Zumrut, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan giran heye û ew ê vê qebûl nekin.

'HETA BIRÊZ OCALAN AZAD NEBE WÊ TÊKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî anî zîman ku ew komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin û wiha axivî: "Em salvegera 17'emîn a komployê lanet dikin. Li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Kengî Serok Ocalan azad bû û hat Qada Şêx Seîd, em ê karibin bibêjin ku ev komploya qirêj rabûye. Em wekî jinên azad a Amedê dibejin heta Serok azad nebe wê têkoşîna me berdewam bike."

Daxuyanî bi çepîkan û tilîliyan bi dawî bû.

ÊLIH

Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) a Êlihê 18. salvegera Komploya 9’ê Cotmehê protesto kir. Bi sedan jin li pêşiya Şaredariya Êlihê hatin gel hev û pankarta komployê şermezar dike vekirin. Li vir endama KJA’yê Hevşaredara Kercosê Zeynep Odûncû got ku hêzên navneteweyî xwestin îradeya gelê Rojhilata Navîn teslîm bigirin û bi tecrîda li ser Ocalan polîtîkayên mêtingeriyê û talankirinê têxin meriyetê.

Her wiha Însiyatifa Gel a Demokratîk a Êlihê, ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê bang li gel kir ku dikanên xwe venekin.