Bozkur ê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin spartin axê
Cenazeyê ji 4 ciwanên li Bismilê hatin înfazkirin Bîlal Bozkur hat definkirin û di dema merasîma cenaze de kevokên xwedî kirin hatin ser darbesta wî rawestiyan.
Cenazeyê ji 4 ciwanên li Bismilê hatin înfazkirin Bîlal Bozkur hat definkirin û di dema merasîma cenaze de kevokên xwedî kirin hatin ser darbesta wî rawestiyan.
Cenazeyê ji 4 ciwanên li Bismilê hatin înfazkirin Bîlal Bozkur hat definkirin û di dema merasîma cenaze de kevokên xwedî kirin hatin ser darbesta wî rawestiyan. Di merasîma cenaze de li hemberî înfazan hêrsekî gelek mezin hebû û di axaftinên hatin kirin de wiha hat gotin: "Ev hovîtî wê bi têkoşîna zarokên leheng vala derkeve."
Cenazeyê ji 4 ciwanên li navçeya Bismilê ya Amedê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin qetilkirin Bîlal Bozkur piştî karên otopsiyê ji Meletî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û anîn Bismilê. Cenaze di ketina navçeyê de bi girseyî hat pêşwazîkirin. Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier, HDP, DBP, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn.
DI MERASÎMÊ DE HÊRS SERWER BÛ
Cenazeyê Bozkur bi wesayîtê birin ber mala lê hatî dinê ya li Taxa Şentepe û girse jî li pey wesayîtê dest bi meşê kirin. Di meşê de li hemberî înfazan hêrs hebû. Di meşê de dirûşmên, "Qatil Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Di destên zarokên 10-12 salî yên di nav girseyê de dowîzên "Xwîna Bîlal li erdê namîne", "Destên dirêjî te bûn bişkên" û "Bîlal Bozkur nemir e" hebûn.
BI TILÎLIYAN HAT OXIRKIRIN
Li gel welatiyên tevlî merasîma cenaze bûn welatiyan di mal û kargehan de jî bi dirûşman Bozkur silav kirin. Dema wesayîta cenaze li Kolana Diyabekira Kevin re derbas bû jinan bi tîlîliyan ve oxir kirin.
'KEVOK HATIN FIRANDIN'
Cenazeyê Bozkur bi wesayîtê heya Kolanan Nato anîn û welatiyan darbesta Bozkur ji wesayîtê girtin û birin malê. Di vê demê de demên hestiyar hatin jiyîn û kevokên Bozkur xwedî kirin firandin. Kevokên hatin firandin careke din vegeriyan hatin danîn ser darbesta Bozkur.
Piştî li vir helalî hat xwestin careke din darbesta Bozkur ji aliyê girseyê ve hat hilgirtin û birin Goristana TOKÎ.
'EV HOVÎTÎ WÊ BI TÊKOŞÎNA ZAROKÊN LEHENG VALA DERKEVE'
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Bozkur hat definkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Hasan Pençe axivî û diyar kir ku her roj ciwan tên qetilkirin û wiha got: "Ev hovîtî wê bi têkoşîna zarokên leheng vala bê derxistin."
Apê Bozkur Mehmet Nurî Bozkur jî wiha got: "Biraziyê wê tenê şehîdê wan nîn e yê hemû Kurdistanê ye."
Piştî axaftinan girse jî goristanê veqetiya û çû mala şînê.