Baydemîr, esnafên Halîliye ziyaret kir
Parlamenterê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr xebatên xwe yên hilbijartina 1’ê Mijdarê bênavber didomîne. Di bernameya ku bi Rêxistina Navçeyê ya HDP’ê re hat organîzekirin rêveberên partiyê jî amade bûn.

Osman Baydemîr û yên li gel xebata xwe bi serdana esnafên Pasaja Kapakli destpê kir. Baydemîr ê esnafên Pasaja Bagdat û Japon jî ziyaret kir, bû mevanê sifreya esnafan û pirsgirêkên wan guhdar kir. Baydemîr diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ya 13 salan berpirsyarê pirsgirêkên aboriyê ye û li gor Baydemîr wê welatî di dadgeha gel a wê 1’ê Mijdarê bê avakirin de hesab bipirse. Baydemîr anî ziman ku piştî hilbijartinê wê HDP bibe partiya kilîd û got: “Kesên hilbijartin dubare kirin, hewl didin me di bin bendê de bihêlin, lê bi desteka we wê mecbûrî HDP’ê bibin. Di koalîsyona ku wê piştî 1’ê Mijdarê de bê avakirin wê kilîl di destê HDP’ê de be.”
Rawestgeha dawî ya Osman Baydemîr, bazara semtê ya li ser Cadeya Yûnûs Emre bû. Baydemîr anî ziman ku ew bawer e wê HDP di hilbijartinan de li Rihayê wek partiya yekemîn derkeve.