Polîsan li Amedê bombe avêtin malekê: Jinekê jiyana xwe ji dest da - HAT NÛKIRIN

Polîsan li navçeya Rezan a Amedê bi bombeyan li malekê jinek qetil kirin û 6 kes jî binçavkirin.

Polîsan li navçeya Rezan a Amedê bi bombeyan li malekê jinek qetil kirin û 6 kes jî binçavkirin.

Li Kolana Sakarya ya taxa 5 Nîsan a Rezan polîsan bi ser malekê de girt. Di encama serdagirtina malê de şewat derket û îtfaiyeyê şewat vemirinad. Hate gotin ku polîsan berê mal gulebaran kir û piştre jî deriyê malê şikandin û ketin hundir. Tê gotin ku di malê de jinek hatiye înfazkirin û xwediya malê ya felçî Hayriye Kuçuk rakirin nexweşxaneyê û keçên wê Sevgî, Songul û Nesrîn Kuçuk û 3 kesên din ên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca hat cihê bûyerê û polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li welaiyên derdorê kom bûn kir û gule berdan hewayî. Li derdora avahbiyê gelek wesayîtên zirxî û wesayên bêplaqek yên Rang Rover ên 4x4 hê disekinin.