Li Başûrê Kurdistanê protestoyên krîza aboriyê

Li Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina krîza aboriyê gel li kolanan e.

Li Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina krîza aboriyê gel li kolanan e.

5 partiyên siyasî yên di nava hikûmeta Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de cih digirin, ji bo nirxandina krîza aboriyê wê îro cara 9. biciviyan. PDK, YNK, Tevgera Goran, Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê, wê îro li salona Şarê ya Silêmaniyeyê li ser krîza serokatiya herêmê cara 9'an li hev kom bibûna. Lê belê girseya gel rê girt û nehişt nûnerên partiyan bikevin salona civînê.

HELEPÇE

Tevî ku Wezîrê Aboriyê yê Rêveberiya Herêma Kurdistanê dema dayîna maeşê mamosteyan diyar kir jî, mamosteyên il herêmên Helepçe, Seyîd Sadiq û Şarezorê dan xuyakirin, ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û bixwazin çareseriyeke bingehînê bê peydakirin.

SILÊMANIYE

Civîna navbera 5 partiyên siyasî de jî tê protestokirin. Xwepêşandêrên li ber salona civînê hatin cem hev, helwesta partiyên hevparê hikûmetê yên ku krîzê çareser nakin, şermezar dikin.

Beriya civînê, komek ji mamoste û rewşenbîran li ber Şarî Ciwan otelê li hev kom bû û anî ziman ku her pênc partiyên siyasî yên hevparê hikûmetê, ji bo çareseriya krîzên siyasî, aborî û civakî nikaribin bibin hêza çareseriyê û ew protesto kir.

Xwepêşandana protestoyî dewam dike û hat ragihandin ku xwepêşandêran rêyên diçin Şarî Ciwan girtine.

DESTEKA OLDARAN

Yekîtiya Oldaran a Kurdistanê jî destek da çalakiyên gel. Oldaran xwest, civîna navbera 5 partiyên siyasî, bi encameke bi kêrî gel were, biqede. Di daxuyaniya li ber navenda Yekîtiya Oldarên Kurdistanê hat dayîn de hat ragihandin, ku ew destekê didin xwepêşandanên mamoste û karmendên dewa maeşê xwe dikin.

HEWLÊR

Xwepêşandêr îro li Hewlêrê jî hatin cem hev. Çalakgerên ku krîza aboriyê û nedana maeşan şermezar kirin, anîn ziman ku heta daxwazên wan bi cih bên anîn, ew ê xwepêşandanên xwe bidomînin.