Yilmaz ê 9 salî li Farqînê spartin axê
Cenazeyê Hasan Yilmaz ê 9 salî yê di teqîna navçeya Farqîn a Amedê de jiyana xwe ji dest da spartin axê.

Cenazeyê Hasan Yilmaz ê 9 salî yê di teqîna îro ya li navçeya Farqîn a Amedê de jiyana xwe ji dest da, piştî otosiya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê anîn navçeyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û rêveberên MEYA-DER jî bi gel re tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Yilmaz piştî wecîbeyên olî ji Mizgefta Hakîkat hat wergirtin û anîn Goristana Şehîdan a li Taxa Tekel. Cenaze li vir spartin axê.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan a li vir axivî got ku şerê li hember Kurdan ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ku tê meşandin şerê desthilatdarî û koltix e.
Piştî axaftinan gel, derbasî Mizgefta Hakîkat a li wir taziye tên qebûl kirin bû.