Gelê Silopiya qedexeya derketina kolanan şermezar dike

Li Silopiyayê welatî li dijî qedexekirina derketina kolanan derketin qadan bi çalakiya deng derxistinê dorpêçkirina polîsan şermezar kirin.

Li Silopiyayê welatî li dijî qedexekirina derketina kolanan derketin qadan bi çalakiya deng derxistinê dorpêçkirina polîsan şermezar kirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê welatî li dijî biryara Walîtiya Şirnexê ya qedexeya derketina kolanan derketin kolanan û bi çalakiya dengderxistinê dorpêça polisan şermezar kirin. Welatiyên li hemû taxên bajêr derketine kolanan bi lêxistina tencereyan deng derxistin. Welatiyên li nava taxan de meş li dar xistin dem dem li kolanan govend girtin. Bi taybetî zarokên bajêr bi tenekeyên li stûyê xwe alistî pêşengiya meşan kirin. Gelek jinên di mêşê de cih girti êrîşên polîsan bi tililiyên xwe şermezar kirin.

Polîsan li Taxa Feraşîn (Ofis) bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên çalakiya dengderxistinê dikin kirin. Li dijî hemû êrîşên polîsan çalakiya dengderxistinê heta derengiya şeve berdewam kir.

Piştî çalakiyê welatî ji bo nobetê bigrin welatî li kolanan civiyan.